Li gelek bajarên Tirkîyeyê wek Stenbol, Dîyarbekir û Enqereyê ji bo “Konvoya Azadîya Ji Bo Fîlîstînê” hatin Baregeha Încîrlîka li Edeneyê.
Polês jî di Mîtîngê de ji mirovên ku xwestin bikevin nav Baregeha Încîrlîkê re bi ava tazyîkî, gaza îsotê û guleyên plastîkî midexele kir. Polêsên ku li derdorê baregehê gelek tedbîrên mezin girtin, ji qelebalixê re îzîn neda ku bila bikevin nav baregehê.
Bername bi midexeleya polêsan betal bû. (ÎLKHA)