Prof. Dr. Muslîm: Hezretî Muhemmed, sehabiyên xwe ji bo azad kirina Qudsê amade kir

Prof. Dr. Usame Muslîm, di axaftina xwe ya Hevdîtina Aliman a 9emîn de got, “Pêxemberê me hem bi devkî hem jî bi pratîkî dixebitî. Kabe azad kir û sehabiyên xwe ji aliyê manewî, dînî û pratîkî ve ji bo azadkirina Qudsê amade kir.”

Yekîtîya Medrese û Aliman (ÎTTÎHADUL ULEMA), li Diyarbekirê bi beşdarîya gelek alimên ji Tirkî û gelek welatên Îslamê Hevdîtina Aliman a 9emîn li dar xist.

Navê bernameya îsal weke "Civîna Aliman" a îsal ku her sal meha cotmehê tê lidarxistin, wek "Tofana Eqsayê, Mesûlyeta Ummet û Ulemayê (Rûmeta Ummetê Xezze)" hat dayin.

Bernameya "Hevdîtina Aliman" a îsal bi beşdariya alimên payebilind ên welatên Îslamê yên wekî Tirkiye, Iraq, Kurdistana Iraqê, Filistîn, Misir, Efxanistan, Qeter, Sûdan, Senegal, Siûdî û Urdunê tê lidarxistin.

Di duyemîn rûniştina piştî nîro ya hevdîtinê de ji Kurdistana Sûrî Prof. Dr. Usame Muslîm bi navê “şera îsraîl*Filistînê, ne derheqê erd de, derheqê baweriyê de ye” pêşkêşîyekî kir.

“Plana fethkirina Qudsê ya Pêxemberê me”

Muslîm wisa dest bi gotinên xwe kir:

“Plana Pêxemberê me ya fetihkirina Qudsê ji du qonaxên bingehîn pêk tê. Qonaxa Yekem: Amadekirin û çêkirina binesaziyê

Di vê qonaxê de çend xalên girîng hene: Qurana Kerîm di gelek ayet û sûreyan de bi eşkere yan jî nerasterast girîngî, pîrozî û bereketa Qudsê tîne ziman. Xwedê dibêje, ‘Xwedê ji her kêmasî û pûçiyê pak û bêrî ye, ew ê ku bendeyê xwe (Muhemmed) di şevekê de ji Mescîd‘ul-heramê (Kebê) biriye Mescîd‘ul-eqsayê ya ku me hawirdora wê pîroz kiriye, da ku em nîşanên xwe şanî wî bidin. Bêguman Xwedê, her ew e yê bihîzer, yê bîner.’ (Îsra, 1).

Ji Hezretî Muhemmed li ser fezîleta Qudsê, mizgîniya fetha Qudsê û girîngiya nimêjê li vir gelek hedîs hatine rîwayetkirin.

Xurtkirina pêwendiya di navbera Misilmanan û Qudsê de di destpêka serdema pêxembertiyê de dest pê kir.

Bûyera Îsra û Mîracê di serdemeke krîtîk de ku geşedanên girîng diqewimin de qewimîn û piştî wê jî bûyerên girîng ên wekî Hîcret, Bîata Aqabeya Duyem û Xweda Teala wehya xwe ji Pêxemberê xwe re gihandiye ku bila berê xwe bide Kabeyê dewam kiriye.

Mîrac di jiyana Hezretî Muhammed de û di dîroka Qudsê de bûyerek mezin e. Ev bûyer sembola ragihandina Pêxember wek pêxemberê dawî û qebûlkirina wî wek rêberê hemû dîn û mirovahiyê, bi girêdaneke manewî û dînî ye.”

Muslîm îfade kir ku, nameya ku Pêxemberê me şandiye Herakles û peymanên derveyê di stratejîya fetha Qudsê de ye.

Muslîm her wiha Sefera Heyberê, Şera Mûteyê, Tebuk û amadekariya artêşa Usame bîn Zeyd jî gavên herî girîng a feth kirina Qudsê tên qebûlkirin, diyarkir ku berîya vana tevgerên biçûk ên leşkerî jî hatina kirin.

“Hezretî Muhemmed ji bo azadkirina Qudsê ji aliyê ruhî, bawerî û pratîk ve amade kir”

Muslîm gotinên xwe wisa domand:

“Di encamê de; mutefekkîrekî ku jiyana Hezretî Muhemmed lêkolîn dike, wê bibîne ku Xweda teala Wî ji bo tewhîdê bigihîne û dînê Îslamê belav bike erkdar kiriye. Ev peywir, temam kirina berpirsiyarî û peyama pêxemberên berê, xurt kirina heqê îdarekirina dinyayê yê Hezretî Muhemmed û erka fethkirin û azadkirina Kabe (Mekke) û Mescîda Eqsayê ye. Pêxemberê me hem bi devkî hem jî bi pratîkî dixebitî. Kabe azad kir û sehabiyên xwe ji aliyê manewî, dînî û pratîkî ve ji bo azadkirina Qudsê amade kir.

Hezretî Omer, bi dilsozîya rêya nubuwwetê, qewet û wêrekîya xwe tê naskirin. Ev îsbata herî mezin a serokatî û şiyana bicihanîna şerîeta Îslamê ye ku Hezretî Muhammed ji civata xwe re hiştiye. Ger însan jidil û sadiq bin, wê serkeftin ya wan be. Lê niyetê wan xera bibe û ber bi xweşiyên dinyayê ve biçin, wê zillet û winda kirin ya wan be.

Ger HAMAS li dijî siyonîstên îşxalker mucadele nekira, emê ji rastbûna bawerî û dilpakiya wan şubhe bikirana. Tiştê ku di van demên dijwar de ku piraniya rêvebirên welatên îslamî di bin teslîmiyet û xiyanetê de ne, tiştê tê kirin ew ê bikeve dîrokê. Ev delîl eşkere ye ku rêya ku Pêxemberê me nîşanî me daye hê jî berdewam e û eşkere di nav kesên dilpak de heye.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Danişîna duyemîn a doza qetilkirina Narîn Guran dest pê kir
Di balafira ku li Qazaxistanê ket xwarê de 38 kesan canê xwe ji dest dan
Li Meletîyê qeza: 2 birîndar
Li 22 bajaran operasyona DAÎŞê hat lidarxistin: 182 binçavî
Li Qazaxistanê balafira rêwîyan ket xwarê