PYF/PKKê endamê ENKSyê revand

Ebdulxeffar Muhammedê Endamê Komîteya Herêmê ya PDK-S û Endamê Şubeya Çilaxa ya ENKSyê ji teref PYD/PKKê ve hat revandin.

Ji teref ENKSyê ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; Ebdulxeffar Muhammedê Endamê Komîteya Herêmê ya PDK-S û Endamê Şubeya Çilaxa ya ENKSyê û xanima wî doh êvarî li ser Rêbeja Rimelan-Qamişloyê ji teref PYD/PKKê ve hat revandin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşan kirin, xanima Ebdulxeffar Muhammedî li nêzî gundê Şabakê hat berdan û ew jî hat birin cihekî ku nayê zanîn.

Ebdulxeffar Muhammed berî niha jî dîsa ji teref PKK/PYDê ve hatibû revandin û gef lê hatibû xwarin da ku di nav PDK-S û ENKSê de siyasetê neke.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Endonezyayê lehî û hezaz çêbû: 16 mirî
Li Colemêrgê 35 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin
Li 24 bajaran ji ber berfê ji dibistanê re ji bo rojekî tetîl hat dayîn
Rêya Entelya-Qonyayê ji tir û qamyonan re hat girtin
Qessam, 10 leşkerên îşxalê kuştin û birîndar kirin