Qafileya ewil a hecê ya Înzar Turîzmê bi diayan hat oxirkirin

Qafileya ewil a hecê ya Organîzasyona Umre û Hecê ya Înzanê bi diayan ji Balafirgeha Stenbolê hat oxirkirin.

Kesên ku dê wezîfeya xwe ya hecê bi cî bînin derbarê mijarê de hest û ramanên xwe ji ÎLKHAyê re gotin.

Midûrê Operasyonê yê Înzar Turîzmê Ecîr Kaya derbarê mijarê de got ku ji ber coronavîrusê ev bû 2 sal ku çûyîn û hatina li hecê tunebû û wisa got: “Hemd ji Xwedê re piştî pandemîyê temamê astengîyên li ber çûyîna li hecê rabûn û însan ji çar alîyên cîhanê berê xwe dan mala Xwedê. Em jî wek Înzar Turîzmê îsal ji sê bajaran balafiran radikin û xizmetên didin wan kesên ku dixwazin biçin mala Xwedê û îbadeta xwe bikin.”

Kesên ku dê biçin mala Xwedê û îbadeta xwe ya hecê bi cî bînin jî derbarê mijarê de wisa gotin:

Alîf Yeşîlbudak: Min navê xwe dabû nivîsandin û Rebbê min îsal kir nesîbê min. Ji ber ku ezê herim wan axên pîroz û ez ê herim ba Resûlê Xwedê ez kêfxweş in.

Suphiye Rona Er: Berî niha navê min derketibû lê ji ber şobê ez nikaribûm biçim. Xweda îsal kir nesîb ez herim ku ez ji ber vê yekê kêfxweş im.

Mehmet Kargin: Ez ê li vê derê ji bo temamê alema Îslamê û însanîyetê dia bikim.

Mehmet Yerener:Min di sala 2010an de navê xwe li pişkavêtina hecê nivîsandibû û ev bû 14 sal ez li benda vê rojê me. Ji ber ku ez ê herim mala Xwedê ez gelek zêde bi kelecan û kêfxweş im.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Stenbolê ji çayxanekî re bi bombeyê êrîş hat lidarxistin
Li Sûdanê ji ber şoba Kolerayê 1316 kes canê xwe ji dest dan
Karwanê Hêvîyê li Êlihê ji mihtacan re goştê sor û zexîre belav kir
Li Emrîkayê êrîşa çekdarî û biwesayîtî: 15 mirî, 30 birîndar
Li Silêmanî sazîyên ku nêzê PKKê ne hatin girtin