Qeza li ser rêya Êlih-Hezoyê, li cihê Samanyoluyê pêk hat.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin qamyoneta bi plaqeya 01 V 1677 a ku navê ajokarê wê nehat zanîn li ser rêya ku ji ber mijê kêm dîtin li kerîya dewaran qelibî.
Hat diyarkirin ku di qezayê de 7 dewar mirin.
Di kamyonê de ziyana madî pêk hat.
Piştî qezayê rêya bejahiyê ji trafîkê re bi yek rê hat girtin û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)