Qerecdaxiyan şehîdên mayinê yad kirin

Şehîdên mayinê ya Qerecdaxê yên ku di sala 1994an de li Gundê Gogwêrina ku girêdayê navçeya Çinara Diyarbekirê ye ji teref PKKyiyan ve hatbûn qetilkirin. Ev şehîdên ku ji teref mayina PKKê hatubûn qetilkirin ji teref hezkiriyên wan ve hatin bibîranîn.

Hat dîtin ku gelek kes beşdarê ‘Bernameya  Şehîdên Meyinê ya Qerecdaxê’ bûn.

Di 10ê Adara 1994an de di meha remezanê de sibeya Leyletu’l Qedrê wesayîta 50 kesên ku tê de pîrek û zarok jî hebûn dema diçû Diyarbekirê rastê mayina ku ji teref PKKyiyan ve hatibû bicî kirin hat. Di encama teqîna mayinê de 10 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 40 kes jî birîndar bûbûn. Di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn de 2 zarokên 12 salî jî hebûn.

Nişteciyên Gundê Gogwêrinê bi piştgiriya Platforma Kerwana Şehîdan re ji bo şehîdên ku di êrîşa mayinî de jiyana xwe ji dest dabûn bernamekm lidar xistin.

Alîkarên Serokê Giştî yê HUDA PARê Bahattîn Temel û Vedat Turgut, Serokê Bajarê Diyarbekirê Şeyhmus Tanrikulu, Serokê Navçeya Çinarê Abdurrahman Tekdal û gelek welatiyên ji gundên hawîrdor beşdarê bernamê bûn. 

 “Di êrîşa menfûr de 2 zarokên 12 salî bi tevahî 10 misliman şehîd bûn”

Di bernamê de Abdurrahman Gulçerê ku di êrîşê de lawê xwe yê 12 salî ji dest dabû axivî. Gulçer wiha pê de çû: “Di meha remezana sala 1994an de di sebeya Leyletu’l Qedrê de wesayîta ku 50 kes tê de hebûn ji ber ku rastê mayîna PKKê hat 2 zarokên 12 salî bi tevahî 10 misliman jiyana xwe ji dest dan. 40 kes jî birîndar bûn.”

Gulçer bal kişand ku di wan salan de hertim mayin li rêyan dihat bicî kirin. Dûvre Gulçer wiha axivî: “Berê jî çendîn car mayin hat bicî kirin. Me wan mayinan dît. Lê teqdîrê îlahî me vê mayina ku bû seedema mirina 10 kesan nedît. Sedema vê zilmê jî ew e ku em misliman bûn, em dîndar bûn û me jiyana xwe gor sinet û Qur’anê tenzîm dikir. Berê jî em çendîn car hatin tehdît kirin. Em dûçarê êrîşan bûn. Lê me ji îslamiyetê tewîz neda. Lewra em misliman bûn. Em ji Xwedê Teala ditirsiyana. Me nedikariya ku em ji evdan re serî bitewînin.”

 “Ew kesên ku şehîd dibin ji ber ku ji teref Xwedê Teala ve tên riziqkirin carek din dixwazin ku bên dinê û dûbare bibin şehîd”

Di bernamê de lêkolîner û nivîskar Mahmut Kilinç axavtinekê kir. Kilinç di derbarê şehîd û şehadetê de axivî. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Rojekê Pêxemberê Îslamê (rxl) piştî Cenga Uhudê bi eshabê xwe re sihbet dike. Di sihbetê de destnîşan dike ku şehîd di beheştê de dixwin û vedixwin. Xwedê Teala ji wan dipirse ‘qey hûn ji min tiştekê din dixwazin?’ Şehîd jî wek bersiv ‘Ya Rebbî! Em ji te dixwazin ku tu dûbare me bişînî dinê. Em li wir dûbare di rêya te de cîhad bikin û dîsa bibin şehîd.’ Xwedê Teala ji wan re dibêje tiştên din ji min bixwazin. Şehîd vê daxwaziyê 3 caran tekrar dikin. Lewra şehîdan vê meqam û payeya bilind bi çavên xwe dîtine û vê yekê derk kirine. Dema ku Xwedê Teala ji şehîdan re dibêje hûn êdî nikarin biçin dinê şehîd wiha bi Xwedê Teala re diaxivin ‘Ya Rebbî! Em ji te dixwazin piştî ku em ji dinê derketin tu mizgîniya meqama şehadetê bidî kesên ku mane li dinê.’  Xwedê Teala li ser vê yekê ji sûreya Al-î Îmranê ayetên 169 û 171an nizûl dike. ‘Ji kesên ku di rêya Xwedê Teala de canê xwe fida kirine re nebêjin mirî ne. Ew zindî ne. Lê hûn vê yekê fêm nakin. Ew di miqabilê Xwedê Teala de tên riziqkirin.’ Pêxemberê me jî (rxl) di derbarê vê yekê de wiha diaxive ‘Kesê ku ji dinê diçe têkeve nav cinetê dûbare naxwaze ku dagere dinê’ û diyar dike ku şehîd dixwazin ku dîsa dagerin dinê û di rêya Xwedê Teala de şehîd bibin.”

 “Li Kurdîstanê puta qerna 21 emîn PKK ye”

Kilinç destnîşan kir ku puta her qernê heye û li Kurdîstanê puta qerna 21 emîn PKK ye. Dûvre Kilinç axavtina xwe wiha domand: “Birayên min! Puta her qernê heye. Puta qerna 21 emîn jî nexweşiya nîjadperestiya ku ji dewletêm Rojavayê tevlê me bû ye. Di dewra Pêxemberê me (rxl) de putên Lat, Menat, Hubel û Uzza bû. Li Kurdîstanê jî puta qerna 21 emîn PKK û ramanên PKK ne. Çawa ku di wê dewrê de putperestan êrîşê li Pêxemberê me (rxl) dikirin. Îro jî putperest êrîşê kesên ku doza Pêxember (rxl) dimeşînin dikin. Lê birayên mi di nabeyna wan de ferqekê heye. Dema ku Ebû Cehîlan êrîşê li mislimanan dikirin bi însaf û wîjdan bûn. Wan zarokên 12 salî nekuştin. Hûn dema bala xwe bidinê di dîrokê de Ebû Cehîlan zaro qetil nekiye. Fir’ewnan zarok kuştine. Ev hişmendî ji me re xerîb nayê. Lewra ev hişmendî dergûşên di pêçekê de wek şewitandî kuştiye. Me dît ku ev hişmendiya mişrîk gundan şewitand û ev hişmendî îro bajaran dişewitîne. Rast e puta qerna 21 emîn PKK ye. Nexwe em jî Kurd in. Em Kurdî diaxivin. Xwediyê  kevneşopî û edetên me Kurd in. Tu ferqa me tune. Ferqa di nabeyna me de bes baweriya me ye. Ji ber vê yekê wan egîdên Qerecdaxê bi mayinê şehîd kirin. Em jî ji bo bawerî, dîn û îzeta dînê xwe heke hewce bike dê em ewlad û malên xwe bidin. Em ji vê yekê re amade ne. Lewra heke Îslam hakim nebe tu tiştekê me di ewlehiyê de nine.”

ÎLKHA

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Çınar Haberleri

Ramazan Esen'in babası ABDULKADİR ESEN vefat etmiştir
Meydan (Şorşip) köyünden Hacı Şükrü Turgut'un eşi FADİLE TURGUT vefat etmiştir
Yuvacık (Yuvacîğê) köyünden Hacı Aziz Aslan'ın oğlu ŞEMDİN ASLAN vefat etmiştir
Yer Çınar: Onlar ekmeklerini taştan çıkarıyor
Çınar'da sis kazaya sebep oldu: 1 ağır yaralı