Qessam, wek qehremanan li Xezzeyê şer dike, zayîatên dijmin dinivisîne

Tûgayên Qessam û komên berxwedanê, li Xezzeyê cîhada xwe ya li hember hêzên îşxalkerên sîyonîst didomîne.

Tûgayên Qessam û komên berxwedanê, di roja 90emîn a operasyona Tofana Eqsayê de micadeleya xwe ya wek destanan didomîne.

Micahîdan, demên ku bi îşxalkeran re ketine nav pevçûnê bi vîdeoyê kişandine û Tûgayên Qessam jî wan dîmenan parve kir.

Di dîmenan de hat dîtin ku leşkerên îşxalker di nav avahîya ku ji ber mirî û birîndarên wan hene xwe tê de veşartin de derdiketine derve û di erdê de nîşanên xwînê balan dikşîne.

Micahîdan li Taxa El Tuffahê bi RPGyan wesayîtên îşxalkeran hedef girtin, leşkerên wan kuştin û wan birîndar kirin.

Ji teref micahîdên Qessam û Tûgayên Qudsê ve bi topên hewanê sîyonîst hatin hedefgirtin. Wesayîtên îşxalkeran jî bi fuzeyên ku menzîlên wan kêm in ve hedef girtin.

Tûgayên Qessam, li Kampa El Megazîyê, El Tuffahê, Xan Yûnisê jî 4 tankên merkevayê bi roketên Yasîn 105ê hedef girtin û îmhe kirin.

Leşkerên îşxalker ên ku li bakurê kampa Nuseyratê kom bûbûn jî bûn hedefên topên hewanê yê Tûgayên Qessam.

Micahîdên Qessam, li dijî leşkerên sîyonîstên ku di nav avahîyekî de xwe veşêrdabûn jî bi teqemenîya dijî-personelê çalakî lidarxistin.

Micahîdan, yekîneyên pîyade ên rejîma îşxalkeran jî bi cîhazekî kuştin û birîndar kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenterê HUDA PARê Ramanli mexdûrên erdheja Semsûrê ziyaret kir
Lijneya HUDA PARê li Hetayê bajarên konteyniran zîyaret kir
Karwana Hêvîyê ji kesên hewcedar ên Wanê re alîkarîya pereyan kir
Li Hîndistanê di festîvalê de fîl êrîşê mirovan kir: 17 birîndar
Li Mêrdînê şerê çekdarî: 1 mirî, 2 birîndar