Endamê Lijneya Weqfa Evîndarên Pêxember Yakup Kaya ji 7 salî heta 70 salî bi giştî gelên Tirkîyeyê û bi taybetî jî gelê Dîyarbekirê banga beşdarbûna Pêşbirka Sîyerê ya ku çend roj mane bibin kir.
Qeydkirinê di 11ê Cotmehê de dest pê kir û ew ê heta 17ê Çileya 2025an berdewam bike. Pêşbirk 9ê Sibatê roja Yekşemê saet di 11:00 de bê lidarxistin.
''Hêvîdarim em ê heta 17ê Çileya 2025an serîlêdanên pêşbirkê temam bikin''
Kaya di axavtina xwe de weha got: “Wek Weqfa Evîndarên Pêxember me berê jî dest bi bernameya pêşbirka 14emîn a Sîyerê kiribû. Me ji 11ê Cotmehê ve dest bi vê yekê kirîye, û hêvîdarim ku em ê di 17ê Çileya 2025an de serîlêdanên pêşbirkê temam bikin. Em li bendê ne ku gelê Tirkîyeyê bi giştî û bi taybetî jî gelê Dîyarbekirê serî li vê pêşbirkê bidin û wekî her sal bi temaya 'Wî Bixwîne, Wî Bijî' tevbigerin.”
"Em ê bi diyariyên maddî hem jî bi nirxên menewî beşdaran kêfxweş bikin"
Kaya, diyar kir ku ew ê kesên ku bikevin pêşbirkê ji bilî destkeftîyên moralî bi xelatan jî kêfxweş bikin û der barê qeyd û pêşbirkê de ev tişt gotin:
''Di nuqteya beşdarbûnê de hûn dikarin li ser navnîşana peygabersevdalileri.com qeyd bikin û her cure hewcedarî ji wir dikarin bên bersivandin. Hêvîdarim ku di vê îmtîhanê de ji 7 heta 70 salî, ji dêûbav heya xwendekar, ji bapîr heya nevîyê winda nebe, bi hêvîya ku em ji bo her pola temenî di 4 kategorîyan de îmtîhanên cuda li dar bixin. Di kategorîya 1emîn de sinifên 4. û 5.; Di kategorîya 2emîn da xwendekarên sinifa 6, 7 û 8emîn, di kategorîya 3emîn da asta lîseyê û yên piştî sala 2009an ji dayik bûne, di kategorîya 4emîn da mezin û hemû kesên ku di kategorîya 3yemîn da ne ew ê bên îmtîhankirin. Di vê pêşbirka ku windaker tune ne de, em ê bi diyariyên maddî yên wekî zêrê çayrek, hem jî bi nirxên menewî beşdaran kêfxweş bikin. Ez dîsa hemû gelê me bang dikim ku bila beşdarî vê pêşbirkê bibin.” (ÎLKHA)