Berdewamiya jêpirsîna Şêx Seîd Efendî...
- We bi kê re û li ku derê serhildan amade kir?
-Berê amadekarî nebû. Bi bûyera Pîranê re li hev sor bû. Em ketin nav wê û me dest bi xebatê kirin. Ez hatim Licê. Min tiştek ji kesî re negotibû.
-Piştî ku kurê te Alî Riza ji Stenbolê hat çend roj şûnda serhildan çêbû?
- Nêzîkî mehek şûnda.
-Kurê te li ser serhildanê, li Stenbolê bi kê re axivî û çi xeber ji te re anî?
-Li Stenbolê serhildan nebihîstî ye. Heta ji kurê xwe yê Erziromê bihîstiye ku Xalît Beg hatiye girtin.
-Piştî ku kurê min ji Stembolê hat, dibê tiştekî li ser şerî’etê gotibe.
- Ew li Stenbolê bû ye mêvanê yekî ji kurdên Xinûsê û serdana Seyîd Abdülkadir Efendi kirî ye.
-Çima çû Stenbolê?
- Mal firotibû bazirganên Helebê.
-Piştî kurê we ji Stenbolê vegeriya we li ku derê hev dît?
-Li Şûşarê.
- Te got Cendirme hat, mêrik hat gulebarankirin û ev qiyam derketiye.
- Ger cendirme nehata gulebarankirin, min ê bi pirtûkê peywira xwe bikira.
- Tenê ji ber ku Cenderme wezîfeya xwe dike we hemû gel rakir ser pîya.
-Na, ez bawer nakim ku tiştek hebû. Min ji cendirme re got, wan sond xwariye ku teslîm nebin, hûn israr dikin, wanî israr nekin.
-Piştî şîreta te tiştek çêbû?
-Wan li hev xistin.
-Çi bû ji we, ji ber ku wan li hev xistin, we gel rakir ser pîya?
-Ez ji gund derketim, çûm. Serhildan derket; Dema ku ev çêbû, ez derbasî serî bûm.
-Serhildan çêbû, piştî wê hûn bûn serokê serhildanê?
-Berî ku ez bêm Darahênê, dorpêçê dest pê kiribû.
-Şêx Efendî, sedema serhildanê ne cendirme bû. Propaganda û daxuyanî di hatin kirin.
- Ger cendirme nebûna, belkî bi pirtûkê salek şûnda çê bi ba, belkî şeş meh şûnda bi bûya. Yan jî wê çênebûya.
- Meseleya cendirmeyan ramanên we veguherand tevgerê. Ger ne wisa bûya, dê şeş meh şûnda bûya, ne wisa?
-Na, ne ji cendirme buya belkî çênebûya. Heger Xwedê ji qederê hesab bikira, dê bibûya.
- Tu her tiştî bi qeza û qederê ve girêdidî. Ma îrada we tunebû?
-Na, îrade jî heye. Ez ne vala me. Dexla min jî heye. Ez nikarim înkar bikim.
- Ez bawer nakim te bi tena serê xwe dest bi serhildanê kir. Dibe ku kesên ku te teşwîq dikin hene.
-Teşwîqeke ne ji hundir û ne ji derve nîne. Tiştê ku ez li derve behs dikim yên ecnebî ne.
- Wiha xuyaye tu tenê li ser serhildanê fikirî ye.
-Erê, di fikra min de hebû. Min digot qey ez ê zanyar û ramanweran bibînim. Ol hat rakirin, manewîyat hati bû jibîrkirin. Min got em vana bixwazin. Me wisa hêvî dikir.
-Tu bi wan re axivî?
-Min hev nedît. Wext nemaye. Ev bûyer qewimî.
-Tu di nameyên xwe de 'Emirülmücahidin' bikartînî. Ma mirov navê Emirulmucahid ji xwe re digire?
-Min ji emiran re 'Emirülmücahidin' dinivîsand. Min xwe layiqî mezinantiyê nedidît. Paşê min xadimulmucahidin bikar anî.
-We bi baweriya ku hûn ê bi dest bixin êrişî Diyarbekirê kir?
-Ez ne alîgirê êrîşa li ser Diyarbekirê bûm. Lê hinek kesan kir.
- Kî bûn?
- Xalit Begê Hênî alîgir bû.
- Çima we êrîş kir dema ku we dizanibû ku hûn nikarin wê bigirin?
-Çend şer qewimîn. Serkeftin di Kurdan de bû. Em fikirîn ku ew ê dîsa bibe. Lê feqet nebû.
- Ma we agahdariya hundurîn girt?
-Tu karê me bi nava Amedê re nebû. Me tenê dizanibû ku piraniya xelkê meyla olî bûn.
-Yanî tu bi hêvî bûyî?
-Em hêvîdar bûn. Em ji xelkê bi hêvî bûn.