Li gorî qeydên Mehkema Îstîqlalê ya Şerqê piştî girtina Şêx Seîd Efendî li Vartoyê yekemîn lêpirsîna wî jî tê de, di temamê mehkemê de tenê çend kesa, ji rûmeta xwe t’awîz nedan û hedîsên çêbû ye herî rast diyar kirin û mesûlîyeta xwe bêyî zêdegaviyê û bi qasî ku di rastiyê de heye girtin ser xwe. Bi taybetî yek ji vana Şêx Seîd Efendî ye, yek jî Salih begê Hênî ye. Herduyan jî heta roja ‘îdamê ev helwesta bi rûmet, dîndar û mutewekkîl muhefeze kirin.
Hakim ji Salih begê Hênî re got; Şêx Seîd Efendî te xapandiye? An jî hûn ber vê cereyanê bi xwe ketinê? Salih begê Hênî bi cesaret û rûmeteke mezin;
Na, ez ne ew zilamê ku werim xapandin. Şêx Seîd Efendi niftikek bû, ew neba dê yekî din bikira. Şêx Seîd Efendî nikare min bixapîne û ne jî zorê bide min.
Salih begê Hênî di bersivê de got, 'Qabîlîyet hazir bû, ne Şêx Seîd bûya jî, kê serî bigirta wê ev bûyer çêbiba. (Dadgeha Îstîqlalê ya Şerqê pêgirtê Mehkema Şêx Seîd r.323-331)
Lê mixabin piraniya wan kesên ku hatin dadgehkirin û bi îdamê hatin mehkûmkirin, gelekê wan nikarîbûn helwesteke bi rûmet nîşan bidin û hev û bi giştî Şêx Seîd Efendi sûcdar kirin. Yanî Şêx Seîd Efendî, Salih begê Hênî û çend kesên din 'Ezimet tercih kirin, yên dinê jî belkî ruhset tercîh kirin. Xweda rehma xwe li hemûya ke.
Kesên ku di dema mehkemê de hatine darizandin li gorî helwesta wan di bin çend sernavan de em karin dabeş bikin:
1. Yên Xayîn:
Eşkere bû ku beriya qiyamê hin kes (bi taybetî hin rayedarên herêmê) bi taybetî jî Bînbaşî Qasim bi dewletê re eleqedar bûn.
Bînbaşî Qasim yek ji kesên herî nêzî Şêx Seîd Efendî ye. (Hevlingê Şêx Seîd Efendî û pismamê Xalît Begê Cibrî Serokê Rêxistina Azadiyê ye. Bi xwişka Xalît Begê Cibrî re jî zewicî ye.)
Ew kesê ku Şêx Seîd li ser pira Abdurrahman Paşa ya di navbera Varto û Mûşê de girtiye û radestî hêzên dewletê kiriye.
Hate fêhmkirin ku Bînbaşî Qasim ji Kongreya Erziromê (23 Tîrmeh-7 Tebax 1919) û vir ve bi Mustefa Kemal re di nav têkiliyê de ye û bi rêkûpêk ji hukûmeta Enqereyê re rapor dinivîse.
Wî 5 nameyên ku di sala 1923an de ji aliyê serokê Rêxistina Azadiyê Xalît Begê Cibrî ve ji wî re hatibûn nivîsandin, wek delîl li dijî wî pêşkêşî dadgehê kir.
2. Yên ku digotin ew bi zorê beşdarî qiyamê bûne:
Serekê wan Şêx Ebdullahê kurê Şêx Mehmûdê ji Melekan e, ku him kurê xalê Şêx Seîd Efendi bû û him jî kurê meta wî bû û bixwe zavayê wî jî bû.
Di hemû îfadeyên xwe de got ku bi zora Şêx Seîd Efendî beşdarî bûyeran bûye, hewl daye pêşî li van bûyeran bigire û ji serhildanê razî nebûye. Di hêsîr girtina Şêx Seîd de jî, alîkariya Bînbaşî Qasim ê ku dixwest Şêx Seîd li ser Pira Abdurrahman Paşa (Gimgim-Varto) hêsîr bigire, kir. (Dadgeha Îstîqlalê ya Şerqê pêgirtê Mehkema Şêx Seîd r.132-133)
Şêx Şemseddîn ku yek ji şêxên Qamişlî ya Diyarbekirê ye, di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku kurê wî Feyzî û kurê birayê wî Fexreddîn beşdarî van bûyeran bûne, û beyan kir ku ew bi tundî li dijî wan bûye û ew çûye Farqînê û li kêleka hêzên dewletê cîh girtiye. Ku wan tevî Sadıq Begê Farqînî telgrafek ji Gazî Paşa re şandine. (Dadgeha Îstîqlalê ya Şerqê pêgirtê Mehkema Şêx Seîd r.393-394-395)
3. Yên ku bi awayekî bêhemdî qebûl dikin ku ew di bûyeran de ne, lê tu mesûliyetê qebûl nakin:
Ev kom piraniya herî mezin pêk tîne. Şêxên Çanê ku bûrayên Şêx Seîd in; Serokên vê komê Celal, Îbrahîm, ‘Elî û Hesen, Şêx Şerîfê Gokderî (Çepeqçûr) Şêx Abdulletîf û ji Madena Paxir Qadir Efendî ne.
Şêx Îbrahîm ku zilamê xweha Şêx Seîdê û ji Şêxên Çanê ye, Miftîyê Çepeqçûr ê ye.
Vana jî her wiha dibêjin ku ew bi neçarî û di bin zexta derdor de beşdarî bûyeran bûne, tu mesûlîyeta wan nîne û li dijî gotinên rast ên Şêx Seîd ên derbarê mesûlîyeta wan de berovajî şahidiyê dikin.
Bi taybetî Şêx Şerîf û şêxên Çanê wekî ji zabitê mehkemê tê fêhmkirin ku berê di navbera wan de nakokî hebûye û her tim hevdu sûcdar dikin.
(Dadgeha Îstîqlalê ya Şerqê pêgirtê Mehkema Şêx Seîd r.182-183-184-185-190-191-236-237-238-239-244-245-246)