Şêx Seîd Efendi nekarî piştgiriya ku ji eşîran hêvî dikir bigire û (ji ber qiyam ji nişkave çê bû hinek kesên nezan û hin jî yên ji teref rejimê bi casûstî ketibûn nav qiyamê) nekarî hêzên xwe kontrol bike. Serhildêrên ku bi kaotîk tevdigerin û her ku diçû talan dikirin, di dawiyê de bi ser neketin. Gelek Şêx û ‘eşîra piştevanî bi qiyama Şêx Seîd re nekirin.
Ji destpêka serhildanê ve malbat û eşîrên kurdan hebûn ku dilsoziya xwe bi dewletê re ragihandin. Şêxên Norşîn, Şêxên Hîzan, Şêxên Cizîrî, Malbata Kufreviyên Bedlîsê, Şêxên Hemîdî, Şêxên Oxîn ên li Mûşê ku di nav kurdan de gelek bandor bûne, ji wan şêxên ku piştgirî nedaye serhildanê ne. Eşîrên Çarek, Xormek, Lolan, Bidîn, Qarabaş, Hezro, Şukûran li gel hêzên dewletê li dijî serhildanê şer kirin.
Li alîyê din Îngîlîzan sewqeke cidî ber bi sînor ve kir, ji bo ku serhildaneke bi vî rengî ya li ser esasê fikra Îslamî ji Başûrê Kurdistanê piştgirî negirin. Kurdên herêma Barzan dema ku xebera serhildanê bihîstin xwestin ku bi lez û bez alîkarîyê bikin, lê ji alîyê Îngilîs ve hatin astengkirin. Her wiha Fransiyên ku li Sûriyê serdest bûn bi kemalîstan re hevkarî kirin û bi trênan li ser xeta Sûrî leşker şandin herêma sînor û rê li ber desteka Kurdên Sûriyê û Iraqê girt ku alîkarîyê ji Şêx Seîd re nekin.
Digel kampanyaya hewayî, hukûmeta kemalîst zû hêzên leşkerî şande herêmê. Di dawiya Adarê de û di hefteyên pêşîn ên Nîsanê de, piraniya serhildêran bi operasyona yekîneyên artêşê li herêma Çapakçûr têk çûn.
Di nîvê Nîsanê de, hêzên sereke yên serhildanê bi xiyaneta Bînbaşî Qasimê Cibran ve li Deşta Gêncê hatin dorpêç kirin. Şêx Seîd û serokên din ên serhildanê li pira Abdurrahman Paşa ya li ser Çemê Muradê hatin girtin. Di nav kesên ku digel Şêx Seîd hatin girtin de Şêx Abdullah, Şêx Alî, Şêx Xalib, Reşît Axa, Temûr Axa û 26 şervanên berxwedana Kurd jî hebûn.
Şêx Seîd û hevalên wî di 26ê Gulanê de ji hêla Dadgehên Îstiqlalê ya Rojhilat ve li Diyarbekirê dest bi darizandinê kirin. Di daxuyaniya xwe de, Şêx Seîd Efendî got ku serhildan ne tevgerek plansazkirî bû, ew jixweber pêşve çû, û armanca wî ew bû ku biçe Diyarbekirê bi tevî ‘aliman Enqereyê agahdar bike li ser pêdivîbûna qanûnên şerîatê.
Di encama dezenformasyona sîstema kemalîst a bi rêya Îngilizan, serhildana Şêx Seîd di perwerdehiya dîroka fermî ya welatê me de ji nirxandina bêalî û zanistî dûr e.
Te’dip û tenkîla ku di navbera salên 1919-1937'an de li Anatoliya Navîn dest pê kir, di demeke kurt de li erdnîgariya Kurdan veguherî komkujiyekê. Koçgirî, Agirî, Sason, Dêrsim, Sawûr, Raman, Mutkî, Zîlan... nirxandina van hemû serhildanan bi girêdanên derve veguherandina dîrokê ye. Îcar mesele çi bû?
Sîstema kemalîst pêşbînî dikir ku, ji ber pergala ‘eşîretî, kurdan dike tehdîd li ser rejima ku nû hatiye avakirin. Mekanîzmaya seyîd, şêx û medreseyê di erdnîgariya (coğrafya) kurdan de erdnîgarî dînamîk parastiye. Rejîmê ji bo ku vê dînamîzmê têk bibe û hêza xwe nîşan bide, êş û azarên mezin gihandiye bi sed hezaran kurdên ku bi rêbazên herî hovane û dijwar Kurdistan teror kirin.