“Kovara Banga Heq ji Kelhaamed” ku di warê çand, ziman û dîroka Kurdan de weşanê dike, di salvegera 16emîn de panêlek li dar xist.
Panêl di Eywana Konferansa Camîya Selahaddîn Eyyûbî de bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.
Di bernameyê de Selahaddîn Guler pêşkêşvanîyê bi kar anît û Mehmet Emîn Gulsever şiîra Kelhaamedê ku Kurmancîye xwend. Dûre panêl bi du rûniştinê berdewam kir.
Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli di serê rûniştina duyemîn de axavtineke silavdayînê kir û bal kişand ku divê ji bo zimanê Kurd, çand û dîroka wê ji zarokan re bê hezkirin û ji bo vêya jî hemû îmkan bêne seferberkirin.
Ramanli, “Em dibêjin ku em tev evdê Xwedê ne. Bila Tirk wek tirkan be, Kurd wek Kurdan be û Ereb jî wek Ereban be. Bi xulqandinê em tev wek hev in, kes ji yekî dinê zêdetir û mezintir nîne.”
“Kovara Kelhaamedê 15 sal berê wek pêşengan derket vê rê”
Ramanli derheqê Kovara Kelhaamed de axivî û weha got, “Nêzê 15 sal berê di kolanên me de, di ceddeyên me de pîsîtî zêde bû û belav bûn, fikrên xerab di nav me de zêde bûn. Ji ber vê yekê paqijîyek lazim e, paqijî jî bi avê dibe lê ew jî bi aveke ku qîm bike dibe. Bi dilopan paqijî çênabe, van pîsîtîyan bi aveke wek lehîyê ew ê paqij bibin. Kovara Kelhaamedê 15 sal berê wek pêşengan derket vê rê. Roj bi roj mezin dibe û belav dibe, nivîskarên wî zêde dibin, xwendevanên wî zêde dibin û ji bo gelek kesan jî teşwîq dibe. Ji ber vê yekê ev bibe wek lehîyê. Bibe wek behrê û pîsîtî û qirêjîyê bide ber xwe û paqij bike.”
“Divê ji bo nifşên nû em metodên xwe veguherînin”
Ramanli îfade kir ku xwendin roj bi roj kêm dibe, “Bav û kalên me ji me re weha digotin, ‘Dema ku me li erdê qaxizek bidîta me ji xwe re dipirsîya eceb di nav de çi dinivisîne.’ Lê îro jî ciwanên me naxwayînin û xwendinê hez nakin. Di destê wan de telefon hene û bi vîdeoyên ku çend sanîyene wextên xwe derbas dikin. Ji ber vê yekê ye ku divê em jî metodên xwe veguherînin. Ger em zarokên xwe di vê meseleyê de seferber nekin, ji wan re qala zimanê xwe, dîroka xwe û çanda xwe nekin û ji wan re nedin hezkirin bawer bikin ew ê ev dilopan nebin lehî. Ger ku em dixwazin bibin lehî divê zarokên xwe jî bikin nav vê karê.”
“Dema ku ev dewlet hat sazkirin me bi hev re xwîna xwe rijandîye”
Ramanli îfade kir ku ew wisa difikire ku sîstema dewletê di warê mafên wekhev de xwe veguherîne û dûre wî weha got:
“Em Kurd wek Tirkan xwedîyê vê dewletê ne, em bi hev re vê dewletê saz kirine. Dema ku me vê dewletê saz kir me bi hev re xwîna xwe rijandîye. Lazim e ku Tirk xwedîyê çi mafê bin Kurd jî xwedîyê wan mafan bibin. Di warê ziman, statû û yên dinê de Tirk xwedîyê kîjan mafan bin divê Kurd jî xwedîyê wan maf û heqan bin. Divê di vê meseleyê de nivîskarên me, lêkolînerên me bixebitin.”
“Yên ku dîroka Kurdan dizanin ew ê dîroka Îslamê jî bizanibin”
Ramanli di dawîya axavtina xwe de qala meseleyekî kir û weha axavtina xwe domand, “Yên ku dizanin zanin yên ku nizanin jî ez dixwazim vê tiştê bibêjim, dema ku navê kovara digerîyê dihat pirsîn yanê digotin em ê çi navî lê dêynin, ji rojnameya Bangî Heq ku 101 sal berê ji teref Mehmûd Berzencî ve bi Kurdî hatibû weşandin îlham hatîye girtin. Va 80-90 sal paşê Banga Heq ji Kelhaamed dest bi weşanê kir. Yên ku dîroka Kurdan bizanibin ew ê dîroka Îslamê jî bizanibin, çîmkî zimanê me me dibe dînê me. Hûnermendên me, dengbêjên me û edebîyatvanên me tev seyda, mela û mamoste ne.” (ÎLKHA)