Ramanli di nirxandina ku kir de destnîşan kir bi teklîfa ku ew dane ger kesek welatîyê Tirkîyê be û li derveyî welêt be ew ê derheqê wî de karibe doz bê vekirin. Ramanli dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “Ev bû nêzî 8 mehan li Xazzeyê ji teref siyonistên îşxalker ve qetlîam tê kirin û temamê dinyayê li hember vê qetlîam û qirkirinê bê deng maye. Me berî niha jî di vî warî de destnîşan kiribû lazim e welatê me di vî warî de gavina bavêje.”
“Derbarê Netanyahu û çeteya wî de ti talîmat nehat dayîn”
Ramanli di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir ew bi vê teklîfa qanûnê du tiştan armanc dikin “A ewilî li Tirkîyê darizandina Netanyahu ye. Em daxwaz dikin ku derheqê wan de doz bê vekirin û derheqê wan de qerara girtinê bê derxistin. Ev yek halê hazir bes ji teref Wezareta Edaletê ve dikare bê kirin. Me di vî warî de çend caran bang kir, lê tu gav nehatin avêtin. Derbarê Netanyahu û çeteya wî de ti talîmat nehat dayîn. Em bawer dikin bi vê teklîfê meclîs dikare qeraravê yekê bide. Armanca me ya duyem jî darizandina wan kesên ku him welatîyê siyonistan û him jî yên Tirkîyê ne ku ew a niha li ser axên îşxalkirî di sefên siyonistan de Mislimanan şehîd dikin. Jiber vê yekê em bang li temamê partîyên siyasî dikin da ku destekê bidin vê teklîfa me.”(ÎLKHA)