Ramanli: Pirsgirêka Kurdî berhema zihniyeta CHPê ye

Namzetê mebûsa Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanliyê ku di qenaleke televîzyonê ya ku beşdarî bû de bersiv da pirsên derbarê pirsgirêka Kurd de got ku sedema hemû pirsgirêkên gelê Kurd CHP ye.

Namzetê mebûsa Êlihê yê HUDA PARê ku ji lîsteyên Ak Partîyê ketiye hilbijartinê di bernameyeke televîzyonê ya ku beşdarî bû de derbarê rojevê de nirxandinan kir.

Ramanli'yê ku bersiv da pirsên derheqê pirsgirêkên ku gelê Kurd dikişînin û her wiha bal kişand ser wê yekê ku pirsgirêka Kurd berhema zihniyeta CHP'ê ye û diyar kir ku di nava Tifaqa Millet de îradeya çareseriya vê pirsgirêkê nîne.

“Pirsgirêka Kurdî, berhema zihniyeta CHPê ye”

Ramanli anî ziman ku li Tirkiyeyê ji 20 milyon hilbijêrên Kurd tenê 6 milyon rayê didin HDP'ê û got ku têgihiştina ku hemû Kurd rayên xwe bidin partiyekê ne rast e. Ramanli destnîşan kir ku heta çek ji holê ranebin û atmosfera ewlehiyê neyê avakirin di pirsgirêka Kurd de pêşketin çênabe. Ramanli nirxandina xwe wisa domand: "Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku ji bo vê mijarê got "Min kefenê spî li xwe kir" jî di vî warî de gavên cidî avêtiye. Lê van gavan negihiştin asta ku tê xwestin. Lê em hêvîdar in ku di pirsgirêka Kurd de gavên cidîtir û saxlemtir bavêje û vê çareseriyê bîne. Hêviyek wisa ji Tifaqa Millet nîne. Çimkî pirsgirêka Kurdî, berhema zihniyeta CHPê ye. CHP li Tirkiye'yê mijareke wiha derxistiye holê. Yanî pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên îro ji CHPê çêbûne û heta roja me ya îro hatiye. Îro CHP hêviyê nade Kurdan. Hêvî nadin ku pirsgirêka Kurd çareser bikin, gotineke xweş jî ji devê wan dernakeve."

Ramanli bal kişand ku heke di hin mijaran de lihevkirin çênebe jî, hin daxwazên ku partiya wan gelek caran tîne ziman di Danezana Hilbijartinê ya AK Partiyê de cih digirin. Ramanli got ku, "Ez difikirim ku temaşevanên me pir baş dizanin. Carinan dibe ku em li ser fikra siyaseta aborî ya Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd û polîtîkaya manewî de nabin yek. Di destpêka vê hefteyê de Serokomar Erdogan danezana xwe ya hilbijartinê eşkere kir. Me gelek caran behsa di 2-3 xalên ku li danezana hilbijartinê de jî derbas dibe kiriye û me daxwaz kiriye ku di siyaseta Tirkiyê de cih bigire. Îro hat fêhmkirin ku Serokomar Erdogan jî bi vî awayî dixwaze siyasetekê bimeşîne. Wek giliyên kadro yên memûrên tayînkirî, mexdûrên hevpeyivînê… Em alîgir in ku hevpeyivîn bi tevahî were rakirin. Em difikirin ku kî kîjan puanê girtibe, divê li gorî puana xwe, li gorî serkeftina xwe were bi cîh kirin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin