Rayedarekî HAMASê û malbata wî li Libnanê hatin şehîdkirin

Rejima îşxalker a sîyonîst li Saydayê daîreyekî avahîyê hedef girt, di êrîşê de rayedarekî HAMASê Hasan Ferhat, kurê wî, qîza wî û pîreka wî şehîd kirin.

Îşxalkeran, li bajara Saydaya başûrê Libnanê avahîyekî sîvîlan hedef girt.

Rayedarê Hamasê Hasan Ferhat (Ebû Yaser) ku li Zaxurê dima, di êrîşa asîmanî de bi tevî malbata xwe şehîd ket.

Hat ragihandin ku piştî êrîşê şewateke mezin derket, îtfaîyeya ku hat cîhê bûyerê şewatê vemirand.

Mirovên ku bûyerê dîtin îfade kirin ku di avahîyê de xesareke ciddî çêbûye.

Ev êrîşa ku sîvîl hatin hedefgirtin bû sedeme bertekan.

Çavkanîyên Libnanî, îfade kirin ku di vê êrîşê de Hasan Ferhat hat hedefgiritn û di dema êrîşê de kuştina sîvîlan jî dane ber çavên xwe.

Rejima sîyonîst derheqê êrîşê de tu daxuyanîyek neda. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li dijî sûcên sîberê di 27 bajaran de operasyon hat kirin: 118 binçavî
Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 50 hezar û 886 kesan
Pîlotên siyonîstên îşxalker hukûmetê bi binpêkirina emran tehdîd kirin
Hereketa Ensarullahê: Me balafireke bêpîlot a bi tîpa MQ-9 a Emerîkayê xist xwarê
Em gelek teşekkur dikin li kesên ku dibin sebeba bi bîr anîna Pêxember