Hamdan, derheqê meseleyên wek agirbesta ku li Xezzeyê çêbibe, pevguhertina êsîran, piştî agirbestê li Xezzeyê lêkirin û piştî şehadeta Yahya Sînwar de ji ÎLKHAyê re daxuyanîyeke taybet da.
Hamdan destnîşan kir ku şertên agirbestê ya tevgerê; bi temamî sekina êrîşan, bi temamî vekişîna hêzên îşxalê, li Xezzeyê lêkirin û alîkarî ne, Wî bal kişand ku piştî şehadeta Yahya Sînwar tevger pirsgirêka wek valahîya serokatîyê najî.
Bersivên Hamdan ê ji pirsên ÎLKHAyê re ewakî ne:
Di warê agirbesta li Xezzeyê û pevguhertina êsîran de peymanek dibe ku çêbibe?
Bi zelalî xûya dike ku sîyonîst, îmzekirina peymanekî ewakî asteng dike û ji bona ku zêdetir qetlîaman bike ji xwe re wext dide qezenckirin. Encax di dawîyê de em vêya dibêjin; Ev sazîya sîyonîst, êsîrên ku di destê tevgerê de ne encax bi peymanekî dikare bigre. Vê peymanê jî; divê daxwazîyên bingeh ê xelkê me bi cîh bîne; ev jî bi temamî sekina êrîşan, bi temamî vekişîna hêzên îşxalê, li Xezzeyê lêkirin û alîkarî ne. Dûre jî, li gorî pîvana qebûlkirina gelê me divê ku pevguhertina êsîran çêbibe. Îşxalkeran, xebat kirin ku van karan di kudînê de bimînin, encax fêhm kir ku ew bi hêzê nikare êsîran bidestbixe. Dema ku ji bona êsîran bidestbixe qewetê bikaranît, bi êsîran ku mirine re rûbirû ma. Êsîrên ku sax hatin bidestxistin jî bi mitabaqet û pevguhertina ku bi berxwedanê re hate kirin hat bidestxistin. Ji ber vê yekê, dibe ku îşxalker demekî van karan asteng bike, encax ew ê herî dawîn jî serbestberdana êsîran ew ê bi peymanekî çêbibe.
Yahya Sînwar şehîd bû; ew ê niha çi bibe? Ew ê kî serokatîya tevgerê bikarbîne? Di qadroyên tevgerê de, biryarekî heye ku gelo wê kî cîhê wî bigre?
Pêşî, em ji Xwedê dixwazin ku bila birayê me serokê şehîd Yahya Sînwar li cem xwe qebûl bike û wî ji cenneta Fîrdewsê re bilind bike, bi îzna Xwedê.
Şehadeta birayê me Ebû Îbrahîm Yahya Sînwar, ji bo gavên ku pêşve bêne avêtin çavkanîya teşwîqê ye. Cîhad, fedekarî, qehremanî û şehadeta ku şehîd bi kar anît, di navbera endamên tevgerê de û di navbera ferdên ummetê de modelekî ku bê mînakgirtin e.
Ger ku em werin meseleya serokatîya Tevgerê jî, ev mesele jî meseleyekî îlke û qaîdeyên ku di nav tevgerê de ye. Van qural û qaîdeyan, di çarçoveya sazîyên vekirî yên biryarên di nav xwe de digrin de pêk tê.
Ger ku em werin pirsa ku gelo biryar heye ew ê kî bibe xelefê wî, dema ku kî bibe xelef biryar bê girtin, ew ê ev rewş ji endamên tevgerê re bêne diyarkirin û ev biryar jî li gorî însîtîyafên wan bê girtin. Encax tevger, ew ê diyar bike ku kî bibe xelef û ragihandina vêya çawa bê kirin diyar bike.
Di çapemenîyê de tê îddîakirin ku di cîhê serokekî de konseyekî serokatîyê hatîye damezrandin, gelo ev rast e?
Îddîayên wek damezrandina konseya serokatîyê, bijartina navekî an jî bijartina alternatîfan, yan şîroveyên hinek sazîyên çapemenîyê ne yan jî beralîkirina hinek hêzên tarî yên çapemenîyê ne, vana xebatên xizmetkirina ji îşxalê re ne. Gotinên ewakî, teşebûskirina zerardayîna ji îmaja berxwedanê re an jî zerardayîna ji hinek serokên berxwedanê re ye ku feydeya wî ji îşxalê re heye. Ji ber vê yekê ye ku em ji gotinên ku li vê derê an jî li wê derê têne gotin re goh nadin. Serokatîya tevgerê akfît e û pirsgirêka serokatîyê nayê jîyandin. Serokên tevgerê, karên xwe weka ku ji dinyayê re hûner û qabilîyetên xwe yên di beşa herbê û beşa sîyasetê de ne nîşan bide dimeşîne. Xebata ku tiştên di çapemenîyê de têne gotin û piranîya vana jî ji xwe ne rast in însanan reht dike.
Li ser polîtîkayên tevgerê encamên şehadeta Sînwar hene gelo? Ger ku hebe, vana çi ne? Di navbera vana de sekina di warê mizakereyan de jî heye gelo?
Ger ku di vê pirsê de mane maneya encamên şehadeta Ebû Îbrahîm Sînwar a li ser polîtîkayên tevgerê be, qethîyen tu tesîrekî wî ya li ser poltîkayên tevgerê tineye. Çi di warê îlkeyan de çi di warê stratejîyê de û çi jî di giştîyê çerçeveyê de gavekî jî paş ve nayê avêtin û nehatîye avêtin. Fikra ku dûçarbûna sûîqestê ya serokê tevgerê, ew ê polîtîka an jî sekina tevgerê veguherîne fikrekî xelet e.
Dema ku em qala meseleya sekina mizakereyê bikin, ji alîyê hemû kesan ve tê zanîn ku sekina mizakereyê ya tevgerê daîma sabît û saxlem bûye. Tevger, daîma ji daxwazîyên bingeh ên ku em wek mafê gelê xwe dibînin re girêdayî maye; dawîbûna êrîşan, bi temamî vekişîna ji Xezzeyê, destpêkirina lêkirin û alîkarîyan a bêşert û merc a îşxalê û pevguhertina êsîran hem serbestberdana êsîrên me hem jî serbestberdana êsîrên wan di çarçoveya vekirî û eşkere de bê kirin. Tevger, vê meseleyê di çarçoveya îlkeyan de mizakere kir, nîqaş kir û hevdîtinê kir; hinek fikran qebûl kir û hinek însîyatîfan jî bi temamî ji xwe hesiband. Encax, dijmin daîma alîgirê astengkirina pêvajoyê bû. Ji ber vê yekê, di warê rêya mizakereyê de îlke hêna jî wek hev in.
Ji ber vê yekê, ger ku encamekî şehadeta Ebû Îbrahîm (Yahya Sînwar) çêbibe, ez wisa nafikirim ku encamekî xerab çêbibe; bileqs ew ê tesîrekî baş bibe. Windakirina birayekî me yê mezin wek Yahya Sînwar, nayê wê maneyê ku ew ê encamên xerab derbixe; bileqs, em ê ji rêya wî û yên berîya wî re zêdetir xwe bijdînin û em ê ji emanetîtîya vê mesulîyetê re zêdetir xwe girê bidin.
Ez wisa difikirim ku ekîba me ya mizakereyê di vê mizakereyên ku bi mehane berdewam kir de besbûnî, mukemelîyet û xwedî ewlehîya ji serokatîya tevgerê ye. Ev ekîp, bi îzna Xwedê xwedî kapasîteya bi cîh anîtina di vê mesulîyetê de ye.
Tofana Eqsayê dighêje li ku? Ji bo rojên pêş planekî tevgerê heye gelo? Ji bo piştî herbê çi hazirî hene?
Tofana Eqsayê, operasyonekî ku ew ê bi zeferê encam bibe ye. Di vê Tofanê de, bi dehhezaran şehîd û bi sedhezaran birîndar hatine dayîn. Bi îzna Xwedê ew ê encamên wî, tenê zefer be. Xwedê, bi tevî ceribandina ebdên xwe, ji qezenckirina zeferê zêdetir bimerhamet û camêr e.
Ji ber vê yekê, em wisa bawer dikin ku bi îzna Xwedê ew ê encamên vê Tofanê zefer be. Gelê me digel xerabûna malên xwe, sazîyên xwe û kolanên xwe, digel birçîbûnî, bêavî, êş û janên birînan û îşkenceyan sebr kir û kurên xwe şehîd dan. Bi îzna Xwedê, ew ê vê xelkê tenê xêrê bibîne û bigre, di dinyayê de û di axiretê de tiştê ku herî bi xêr e ku ji Xwedê were, zefera di vê dinyayê de ye. Em ê, ji bo hedefên gelê xwe û ummeta xwe bicîhbînin wê ji vê cîhad û berxwedanê re berdewam bikin.
Ger ku em derheqê planê de jî biaxivin, helbet, van kesên ku bi îşxalê re micadeleyê dikin di çarçoveya planekî de hereketê dikin û bi vîzyonekî dixebitin; bi tesadûfî an jî bi bertekî hereket nakin. Bileqs ev plan, ji bona ku bighêjin hedefên ku dixwazin, yanê zefer, xelasî, veguherîna gelê me ya ji axên xwe re û damezrandina dewletekî serbixwe planekî ku hatîye amadekirin e. Ev armanca dewletekî Filistînê ya ku paytexta wî Quds be di nav xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê dema ku em dibêjin ‘roja dinê’, qala rojekî ku roja netewî ya gelê Filistînê û îradeya Filistînê ji rastîyê re vegere; rojekî ku zefer bê bidestbixin e dikin. Bêgûman, denklemên zefer û azadîyê ew ê ya Filistînê be û tenê ji bo xêra xelkê me be, bi îzna Xwedê. (ÎLKHA)