Rêberê Cemaata Hîzbulllah Muhterem Edîp Gumuş, bi minasebeta Eyda Remezanê peyamek belav kir.
Temamê peyamê ewakî ye:
“Bîsmîllahîrrahmanîrrehîm
Hemd û sena ji Xwedayê dilovanê ku afirmend û îdarevanê aleman e ye re be, selat û selam li ser resûl û hebîbê wî Muhammed Mustafa (s.a.s.), ehlî beyta wî, eshabê wî û li ser şopînerên wî yên ku heta qîyametê wî dişopînin be.
Serê ewil ez Eyda dayîk, bav û malbatên şehîdên me, dê, bav û malbatên birayên me yên ku di oxira doza Îslamê de ketine zindanan, dê, bav û malbatên xûşk û birayên me yên mihacir pîroz dikim. Ji Rebbê xwe daxwaz dikim ku bila ji xizmên şehîdan re sebrê bide, îmtîhanên mehkûm û mihaciran jî di demeke kurt de bi xêrê re encam bike. Eyda micahîdan, dawetvanan, xizmetkarên ilm û îrfanê, xûşk û birayên me yên ku di her dem û wextê de ji bo Î’layî Kelîmetullah wezîfeyên xwe bicîhtînin bimbarek be. Eyda ummeta Îslamê ku li ser rûyê erdê ji ber ku gotîye ‘Xweda Rebbê Min e’ dûçarê zilmê bûne û li pêşîya wan bi hezaran kemîn hatine danîn bimbarek be. Xwedê rojî û îbadetên me yên dinê ya me hemûyan qebûl bike.
Ev bû mehekîye rojî hatin girtin, Qurana Pîroz li gorî her demî di nav şewq û kelecanekî cuda de hatîye xwendin. Nimêjên ku hatine kirin di nav hûşûyekî de hatine kirin. Sedeqe û înfaqên ku têne dayîn ji hûrmeta wext û rojên bimbarek zêdetir hatine dayîn. Ji Rebbê xwe daxwaz dikim ku bila her îbadet û xêrên ku me kirîye bê qebûlkirin.
Xûşk û birayên me yên Filistînî ku bi salan e ji bo parastina Mescîdî Eqsa û Qudsê berdêlên giran didin û dîsa jî micadeleya xwe didomînin û ji vê rê jî gavekî paşve navêjin daîma di hişê me de, di dilê me û duayên me de ne. Li gorî qewet û hêza ku Xwedayê me daye me em li cem wan bûn, me alîkarîya wan kir û ji vê şûnda jî em ê berdewam bikin bi îzna Xwedê.
Daxwaza min a ji Rebbê min ev e ku bila van rojên bimbarek bike wesîle ku ummeta Îslamê ev parçebûnî û belavbûnîya di nav xwe de li ser xwe bavêje û wek organên bedenekî bibin yek û li hember dijminên Îslamê ku ji Misilmanan re mafê jiyanê nadin dayîn sekinekî biîzzet bide. Rebbê min bila fikirandina li ser oxira muqedesat, xebata bihevre, cîhada bihevre û qezenckirina zeferên bi hev re bike nisîbê me.
Daxwazî û lawayîyên me yên ji Rebbê me yê ku qewet û kudreta wî aleman girtîye nav xwe ev e ku, me ji Remezana dinê re ji wan însanên ku îlîm, îrşad, îrfan, wehdet û cîhadê bi şekleke mukemmel bicîhanîtine û di vê rê de jî muweffeq bûne bike û bighêjîne.
Emanetê Xwedê bin.
Birayê we Edîp Gumuş.” (ÎLKHA)