Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha adarê sala 2021ê hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha adarê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî 0.1 puan kêm bû û bêkarî daket ji sedî 13,1ê.
Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha sibatê de li gor heman meha sala borî 550 hezar kes zêde bû û derket 28 milyon û 89 hezar kesan.