Rejîma îşxalê ya siyonîstan zarokekî Filistînî yê 12 salî revand

Eşqîyayên siyonîst ên ku cil û bergên Filistînîyan li xwe dikin û bi navê “musta’reb” tên wesfandin doh êvarî li bajaroka El-Îsewîyeya Qudsê zarokekî 12 salîrevandin û gefê li şênîyê bajarokê xwarin.

Li gorî agahîyên ku ji şahidan hatine wergirtin komek ji çeteyên musta’reban li bajaroka El-Îsewîyeyê êrîş birin li ser Filistînîyan û zarokekî 12 salî yê bi navê Muaz Uweywî revandin.

Li gorî raporta ku ji teref Navenda Lêkolînê ya Êsîrên Filistînê ve hatiye belavkirin di 6 mehên vê salê de 350 zarok ji teref siyonîstên îşxalker ve hatin revandin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bitlis'te 4,3 büyüklüğünde deprem
Hevserokê Şaredarîya Peyasê ya Dîyarbekirê hat binçavkirin
Li Dîyarbekirê berfa ewil a demsalê barîya
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Qonyayê bi mixtar û parêzêran re hat cem hev
Li 18 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hat lidarxistin: 54 binçavî