Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîşî Cenînê kir.
Di dema êrîşê de xanî hatin xerakirin, wesayît hatin pelixandin, ji erdên çandinîyê û binesazîya bajarê re zerar hat dayîn.
Ji ber ku îşxalkeran trefoya ceryanê hedef girtin gelek tax di bin tarîyê de man û ceryanên wan qut bûn.
Li gorî mirovên ku bûyeran dîtin di encama êrîşê de di navbera Fîlîstînî û îşxalkeran de pevçûn pêk hatin.
Hat destnîşankirin îşxalkeran gelek Fîlîstînîyan jî êsîr girtin. (ÎLKHA)