Piştî qetlîam û qirkirina ku li Xezzeyê ji teref îşxalkeran ve hat destpêkirin, ev bû 13 hefteye nimêja Misilmanan têne astengkirin.
Îşxalkeran Misilmanên ku emrê wan di bin 60-65an de ne nahêlin ku bikevin nav Mescîdî Eqsayê. Fîlîstînîyên ku têne astengkirin, li derdorê Mescîdî Eqsayê şalikên xwe raxistin û dest bi nimêjê kirin, di vê demê de jî terorîstên îşxalker êrîşî wan kirin. (ÎLKHA)