Rejîma Siyonist: 22 kuştî û zêdetirî 500î birîndarên me hene

Wezareta Tenduristiyê ya rejîma îşxalker a siyonîst ragihand ku di operasyona "Tofana Eqsayê" ya ku ji danê sibehê de ji aliyê berxwedana Filistînê ve hat lidarxistin de 22 kes mirin û zêdeyî 500 kes jî birîndar bûn.

Berxwedana Fîlîstînê li dijî rejîma îşxalker operasyoneke bi navê "Tofana Eqsayê" de da destpêkirin. Berxwedana Fîlîstînê wêneyên hedefên hatin girtin û hilweşandin parve kir.

Di medyayê de wêneyên gelek îşxalkerên ku hatin kuştin hatin parvekirin û Wezareta Tenduristiyê ya qaşo ya rejîma îşxalker a siyonîst ragihand ku di operasyona "Tofana Eqsayê" ya ku ji danê sibehê de ji aliyê berxwedana Filistînê ve hat lidarxistin de 22 kes mirin û zêdeyî 500 kes jî birîndar bûn.

Piştî daxuyaniyê bikarhênerên medyaya civakî yên li Filistînê parve kirin ku hejmara kuştî û birîndaran zêdetir e û rejîma dagirker hewl dide vê yekê veşêre. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman li Êlihê ji xwendekaran re alîkarîya qirtasîyeyê kir
Ji wan kesên ku li ser meleseya Narîn Guran a ku winda bûbû HUDA PARê hedef nîşan dabûn re doza sûcê
Serokê Bajarê Diyarbekirê ya HUDA PARê Gulsever krîza dil derbas kir
Evîndarên Pêxember: Dem dema li hember îtîfaqa şer damezrandina “Îtîfaqa Qudsê” ye
1 mirî, 9 birîndar 12 binçavî