Rejîma sîyonîst 6 hezar bombe avêt Xezzeyê

Rejîma îşxalker a sîyonîst, daxuyand ku ew di nav şeş rojan de “Ji hedefên HAMASê ya li Xezzeyê re 6 hezar bombe yên ku giranîya wan 4 hezar ton e avêtine.”

Ji teref artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a sîyonîst ve hat daxuyandin ku ew piştî operasyona ku HAMASê di 7ê Cotmehê de dabû destpêkirin, ji Xezzeyê re 6 hezar bombe yên ku giranîya wan 4 hezar ton e avêtine û ji 3 hezar û 600î zêdetir cîh jî kirine hedef.

Di daxuyanîya ku ji teref hêzên hewayê ya qaşo rejîma îşaxlker ve hat belavkirin de jî weha hat gotin, “Heta ku hewce bike em ê bi qewet û bi mirin êrîşên xwe bidomînin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin