Rejîma sîyonîst bataryayên berevanîya mûşekî ya THAAD a Emerîkayê bi cih kir

Wezîrê Parastinê yê Emrîkayê Lloyd Austin ragihand ku bataryaya berevanîya mûşekî ya THAAD ku ji aliyê Washingtonê ve hatiye şandin li herêmên îşxalkirî hatiye bicihkirin.

Austin di serdana xwe ya li Kîeva paytexta Ukraynayê de bersiva pirsan da û diyar kir ku bataryaya THAAD ya ku van demên dawî şandine herêmên îşxalkirî, hatiye bicihkirin.

Austin agahdarî nedaye ka THAAD aktîf e an na.

THAAD dikare ji mesafeya 150-200 kîlometirî li hedefan bixe.

THAAD ku 6 yekîneyên wê yên avêtinê yên li ser wesayîtan hene, ji 48 fuzeyên navbirî, bêtêl û radarê pêk tê.

Ji bo ku pergal bixebite divê herî kêm 95 leşker bên wezîfedarkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Serokê FETO Fetullah Gulen mir
Wesayît û qamyon li hev qelibîn: 5 mirî
Sîyonîstan Mizgefta Harem-î Îbrahîm careke din girtin
Encamnameya Komxebata Nimêjê hat eşkerekirin
Dê û du qîzên wê canê xwe ji dest dan