Rejîma sîyonîst: Li Xezzeyê 50 leşker hatine kuştin

Rejîma îşxalker a sîyonîst, destnîşan kir ji 31ê Cotmehê heta niha di encama êrîşa li dijî Xezzeyê de 50 leşker hatine kuştin.

Rejîma sîyonîst, daxuyand ku ji Tabûra 9217yê efserekî êdek û ji Tûgaya Başûr ji efserekî hatîye kuştin.

Di encama pevçûnan de 2 leşker jî giran birîndar bûn.

Li gorî vêya hat diyarkirin ku ji 31ê Cotmehê heta îro di encama êrîşa li dijî Xezzeyê de 50 leşker hatine kuştin.

Berdevkê Tûgayên Qassam Ebu Ubeyde, îfade kiribû ku di êrîşa Xezzeyê a rejîma îşxalkeran de hejmarê mirî û birîndaran ji daxuyanîyan gelek zêdetir e. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Serokê Şaredarîya DEMê û 5 endamên Meclîsê hatin binçavkirin
Li Arakanê artêş qetlîamekî nû kir
Li Emrîkayê ji ber şewata daristanan rewşa awarte hat îlankirin
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 46 hezar û 6an
Li Hetayê di mezinahîya 4an de erdhej