Rejîma sîyonîst, li Xezzeyê rojnamegerekî dinê jî qetil kir

Rejîma îşxalker a sîyonîst, di êrîşa ku li Xezzeyê pêk anît de rojnamegerekî dinê jî qetil kir.

Hikumeta Xezzeyê, destnîşan kir ku rejîma sîyonîst, “Ji bona ku dengê Filistînê qut bikin, rastîyan veşêr bidin, xeber û agahîyê ji xelkê herêm û navneteweyî re neghêjînin bi qestî rojnamegeran dikujin.”

Ofîsa Medyaya hikumeta Xezzeyê, daxuyand ku artêşa îşxalê di êrîşa ku li Xezzeyê pêk anît de, rojnameger Eymen Muhammed Ruveyşid ku wênegirê Televîzyona Eqsayê ye şehîd kir.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ji 7ê Cotmehê vir ve ku rejîma îşxalker êrîşî Xezzeyê kirîye hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin jî derket 177 kesan. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Danişîna duyemîn a doza qetilkirina Narîn Guran dest pê kir
Di balafira ku li Qazaxistanê ket xwarê de 38 kesan canê xwe ji dest dan
Li Meletîyê qeza: 2 birîndar
Li 22 bajaran operasyona DAÎŞê hat lidarxistin: 182 binçavî
Li Qazaxistanê balafira rêwîyan ket xwarê