Rejîma sîyonîst Refahê bombe kir: 14 şehîd

Balafirên rejîma îşxalker li dijî bajara Refaha ku li başûrê Xezzeyê ye êrîş li dar xist, di encama êrîşê de herî kêm 14 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker, li Xezzeyê qetlîam û qirkirina xwe didomîne.

Balafirên herbê yên rejîma îşxalker, li dijî bajara Refah û herêma Deyr el-Belahê êrîşên asîmanî li dar xistin.

Di encama bombekirina 2 malan de piranîya wan zarok û pîrek herî kêm 12 sîvîl şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa ku li dijî herêma Deyr el Belahê hat lidarxistin de jî 2 kes şehîd bûn, herî kêm 10 Fîlîstînî jî birîndar bûn.

Rejîma îşxalker ji 7ê Cotmehê vir ve li dijî Xezzeyê êrîşan da destpêkirin, di encama wan êrîşan de herî kêm 12 hezar zarok, 8 hezar û 190 jê pîrek tev de 27 hezar û 708 Fîlîstînî şehîd bûn, 67 hezar û 147 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenterê HUDA PARê Ramanli mexdûrên erdheja Semsûrê ziyaret kir
Lijneya HUDA PARê li Hetayê bajarên konteyniran zîyaret kir
Karwana Hêvîyê ji kesên hewcedar ên Wanê re alîkarîya pereyan kir
Li Hîndistanê di festîvalê de fîl êrîşê mirovan kir: 17 birîndar
Li Mêrdînê şerê çekdarî: 1 mirî, 2 birîndar