Rêxistinên Sîvîl bi minasebeta Eyda Qurbanê peyaman belav kirin

Cemîyeta Mustezafan, Weqfa Êtîman û Platforma Kerwana Şehîdan bi minasebeta Eyda Qurbanê peyamên xwe yên pîrozbahiyê parve kirin.

STKyên ku di peyamên xwe yên Eyda Qurbanê de Xezze xistin rojeva xwe diyar kirin ku dema ku Misliman ji bo ku nêzî Xwedê bibin bi qurbankirina heywanan îbadetê dikin, Xezzeyîyan her roj bi jin, zarok û kalên xwe re xwe ji Xwedê re dikin qurban.

Weqfa Êtîman ku li çaraliyê cîhanê alîkariya mal û neqdî bi taybetî xwarinê dide malbatên hewcedar bi minasebeta Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê parve kir.

"Bi goştê qurbanê yên ku hûn didin, hem hûn pê şa bibin û hem jî yên dinê kêfxweş bikin"

Koordînatorê Giştî yê Weqfa Êtîman Cemîl Cahît Ûnsal di peyama xwe ya cejnê ya ku Weqfa Êtîman parve kir de bal kişand ser qirkirina li Filistînê û weha got: "Em ketin Eyda Qurbanê ya dinekî. Hemd ji Rebbê me re yê ku em gihandîye vê eydê. Di vê cejnê de wek her sal alema Îslamê û bi taybetî jî birayên me yên Filistînî di merheleyekî dijwar de ne. Her roj şehîd ketine, bila em ti carî desteka xwe ya madî û manewî ji wan teqsîr nekin."

Unsal diyar kir ku tevî her tiştî Cejna Qurbanê roja şahî, parvekirin, hevgirtin û aştiyê ye û destnîşan kir ku peywira mirovahiyê ye ku van tiştan pêk bîne û hêsan bike û Ûnsal dûre weha got:

"Em spasiya hemû xêrxwazên xwe yên ku îmkana parvekirina vê şahiyê dane dikin. Weke her cejnê di vê Cejna Qurbanê de jî bi hezaran mexdûr, sêwî û êtîm li we temaşe dikin. Hûn dikarin bi qurbanên xwe yên ku bexş bikin pê hem şa bibin û hem jî mirovan kêfxweş bikin."

Unsal got, "Em wek Weqfa Êtîman Cejna Qurbanê li temamê alema Îslamê, xêrxwaz û malbatên sêwî pîroz dikin. Em ji Xweda hêvî dikin ku ev Cejna Qurbanê bibe sedema azadî, biratî û yekîtiya Filistîn û alema Îslamê."

“Em hêvîdar in ku xwîna pîroz a ku birayên me rijandine alema Îslamê şiyar bike"

Serokê Platforma Kerwana Şehîdan Omer Çelîk ku peyama xwe ya pîrozkirina Cejna Qurbanê diyarî Filistîniyan kir, destnîşan kir ku ew xwîna pîroz a ku Mislimanên Xezzeyê rijandine bibe wesîleya şiyarbûna alema Îslamê û dûre weha got:

“Weke Platforma Kerwana Şehîdan em Cejna Qurbanê ya pîroz bi taybetî li şehîdên Xezzeyê û hemû şehîdên xwe pîroz dikin û ji Xwedayê mezin hêvî dikin ku ji alema Îslamê re yekîtî û hevgirtinê bîne. Cejn rojên şahiyê ne. Bi taybetî jî Cejna Qurbanê roja nêzîkbûna ji Xwedê re ye. Em ji Xweda dawxaz dikin xwîna pîroz a ku xûşk û birayên me yên ji Xezzeyê rijandine bila alema Îslamê şiyar bike û me jî ji vê xew û bêhişmendiya ku em ketinê şiyar bike."

Çelîk got, "Em wek hemû alema Îslamê û bi taybetî xûşk û birayên xwe yên ji Xezzeyê bi hêviya ku em tev bi hev re li Mescida Eqsayê nimêja azad bikin, li tevahiya alema Îslamê pîroz dikin."

“Xûşk û birayên me her roj bi pîrek, zarok û îxtîyarî xwe ji Xwedê re qurban dikin”

Serokê Cemiyeta Mustezefan Murat Arslan jî weha got: "Hemd ji Xwedayê ku me bi Eyda Qurbanê ya din re anîn cem hev re be. Qurban îbadeteke ku gelek taybetmendiyan di xwe de dihewîne. Em bi wesîleya qurbanê teslîmîyeta Hezretî Îbrahîm û Hezretî Îsmaîl ên ji Xwedê re bi herî xweşik dikarin îdreq bikin. Di heman demê de em di nav civaka îslamî de bi fedakariyê re şahidiya gelek taybetmendiyên wekî biratî, hevkarî, fedekarî, hezkirin û dilovaniyê dikin. Bi vê wesîleyê em ji boan ku girêya me bi qewet bibe û nêzê Xwedê bibin îbadetekî dikin.”

Aslan di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku ummet wê bi şikleke xemgîn bikevin vê eydê û weha got: "Bi taybetî rewşa li erdnîgariya Îslamê, zilm, zulm û bi taybetî jî wehşeta ku birayên me yên ji Xezzeyê re hatin kirin, bû sedemeke ku em bi coşeke tahl têkevin eydê. Em ji bona ku nêzê Xwedê bibin qurbanan serjêdikin û bi vê şeklê îbadetekî dikin, xûşk û birayên me yên Xezzeyî her roj bi pîrek, zarok û îxtîyarî xwe ji Xwedê re qurban dikin. Roj derbas nabe ku ew ji bona ku pîrozbahîyên Îslamê biparêzin û dînê Xwedê bilind bikin xwe qurban nekin. Wî xwîna wan ê pal û paqij nêzê Xwedê dibe.”

Aslan di dawîya axavtina xwe de weha got, "Daxwaza me ji Rebbê me ev e ku bi minasebeta vê eydê birayên me yên Xezzeyê, Filistîn û Quds azad bibin, şebekeya terorê ya zalim Îsraîl ji dinyayê bê paqijkirin, ev îd bibe wesîleya yekîtî û wehdeta Mislimanan û ez ji Xwedê daxwaz dikim ku bila Misliman bibin yek û bi îradeyeke ku dikare vê zilmê ji holê rabike derbixe holê." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

ÎTTÎHADUL ULEMA ji bo sê mehan tewsîyeyan da
“Tifaqa Însanîyetê” li Stenbolê kom bû
Sê Mehan dest pê dikin: Şeva Regaîbê roja pêncşemê wê bê pîrozkirin
Li Meletîyê qeza: 1 mirî 2 birîndar
Weqfa Evîndarên Pêxember derheqê sala nû ya mîladî de peyamek belav kir