Rûsya: Divê bi lez ev rageşî bê rawestandin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku ew ji ber zêdebûna pevçûnên li herêmên îşxalkirî bi fikar in û destnîşan kir ku divê bi lez rageşî bên rawestandin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê da hat destnîşankirin ku Wezîrê Karên Derva yê Federasyona Rûsyayê Sergey Lavrov bi Wezîrê Karên Derva yê Cuntaya Misrê Semîh Şikrî re hevdîtinek pêk anî.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Lavrov û Şikrî di hevdîtina xwe de tekezî li ser wê yekê kirin ku divê demildest rageşiya di navbera Filistîn û rêjîma siyonîst were rawestandin.

Her wiha hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser pêwîstiya avakirina pêvajoya muzakereyê di navbera Filistîn û rejîma siyonîst de hat destnîşankirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman li Êlihê ji xwendekaran re alîkarîya qirtasîyeyê kir
Ji wan kesên ku li ser meleseya Narîn Guran a ku winda bûbû HUDA PARê hedef nîşan dabûn re doza sûcê
Serokê Bajarê Diyarbekirê ya HUDA PARê Gulsever krîza dil derbas kir
Evîndarên Pêxember: Dem dema li hember îtîfaqa şer damezrandina “Îtîfaqa Qudsê” ye
1 mirî, 9 birîndar 12 binçavî