Saglam di peyama ku belav kir de bang li alema Îslamê kir da ku dev ji îxtîlafan berdin û bibin yek.
Saglam di peyama xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ji sala 1948an vir ve ne gelê Filistînê û ne jî ummeta Îslamê rûyê rihetîyê nedît û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “15ê Gulana sala 1948 roja ji teref siyonîzmê ve axên Filistînê wek axên xwe îlankirinê ye. Ji wê rojê vir ve ne gelê Filistînê û ne jî ummeta Îslamê rûyê rihetîyê nedît.Divê dev ji îxtîlafan bê berdan da ku nekbeyên nû pêk neyên.”
ÎLKHA