Baha Abu el-Attayê fermandarê Tugayên Qudsê û xanima wî doh di êrîşa terorîstên siyonîst ve li mala wan hat kirin de şehîd bûn.
Ji ber minasebeta şehîdbûna Baha Abu el-Attayê fermandarê Tugayên Qudsê û xanima wî ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ve peyameke tazîyê hat weşandin.
Saglam di peyama xwe ya tazîyê de derbarê mijarê de wisa got: “Ez bi xemgînî hîn bûm ku Baha Abu el-Attayê fermandarê Tugayên Qudsê û xanima wî û her wisa lawê Ekrem el- Acurî û endamekî wan ji teref çeteyên terorê yên siyonîstan ve hatine şehîdkirin. Ez ji bo Harekata Cîhada Îslamî, malbata şehîdan û xelkê Filistînê tazîyeyên xwe tînim zimên û ji bo birîndaran jî şifayê teleb dikim.”
Saglamê ku banga rawestandina îşxalê kir di berdewama axavtina xwe de wisa got: “Ez vê êrîşê şermezar dikim. Em bendewar in ku camîaya navneteweyî vê hovîtîya siyonîstan û îşxala wan bidin sekinandin. Ez hêvî dikim em xwînên ku diherikin bibin wesîle ku ummmet şiyar bibe.”
ÎLKHA