Saglam:"Guhartina navê Efrînê û astengkirina zimanê Kurdî dê bibe sedema netîceyên nebaş"

​Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê rojevê de daxuyanîyek belav kir.

Saglam di daxuyanîya ku belav kir de derheqê mijarên mîna; huhartina navê Efrînê, li bajêr rakirina perwerdehîya bi zimanê Kurdî, paketa aborîyê, ciwanîya ku ji eslê xwe dûr dikeve û qanûna baroyan de nirxandinên balkêş kir.

Saglam di destpêka nirxandina ku kir de di bîran xist çawa li li Tirkîyê û tevahîya dinyayê ji ber Coronavîrusê navbir ji perwerdehîya li mekteban re hatibe dayîn û sepana perwerdehîya ji dûr ve hatibe destpêkirin bi heman awayî li Efrînê jî ev sepan hat destpêkirin. Saglam dû re wiha li daxuyanîyê zêde kir: "Di vê heyamê de li Efrînê ji dûr ve bi zimanên Îngîlîzî, Tirkî û Erebî perwerdehî hat dayîn.Lê belê bi zimanê Kurdî ku zimanê tevahîya gelê Efrînê ye ji dûr ve perwerdehî nehat dayîn."

"Guhartin navê Efrîna ku lê exlebe Kurd dijîn û rakirina perwerdehîya bi zimanê Kurdî dê bibe sedema netîceyên menfî û nebaş"

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir li Efrînê bi zimanên Îngîlîzî, Tirkî û Erebî îmtîhan hatin kirin, lê dîsa bi zimanê Kurdî îmtîhan nehat kirin. Saglam dû re derbarê mijarê de wisa got: "Li gorî agahîyên ku ji teref rayedarên mehelî û rîspîyên herêmê belav kirine ew ê navê Efrînê wek 'Çiqlê Zeytûnê" bê guhartin. Guhartin navê Efrîna ku lê exlebe Kurd dijîn û rakirina perwerdehîya bi zimanê Kurdî dê bibe sedema netîceyên menfî û nebaş. Divê bi eqlê selîm bê hereket kirin û divê sepanên ku dê zirarê bidin bingeha çandî, civakî û qewmî neyên tetbîqkirin."

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da
Qerejdax bi berfê spî bû
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 282yan
Li Bûrsayê mînîbûsa karkeran qeza kir: 8 birîndar
Li Koreya Başûr di 100 salên dawî de berfa herî zêde barîya