Salvegera Qetlîama Sûsayê

Gundê Sûsayê bi ser Farqîna Diyarbekirê ve ye. 32 sal berê ji ber ku ehlê gund xwe bi exlaq û terbiya Îslamê, bi ders û sohbeta Quranê girtibûn, bûn hedefa Pkkyê xaînê kurd û Kurdistanê.

Di 26ê Hezîrana 1992an de, êvarê înê pey nimêja îşayê, hovên Pkkê bi cilên esker girtin ser camiyê û deh muslumanên di camiyê de, ji camiyê derxistin, destê wan ji paş ve girêdan û li ber deriyê camiyê dan ber keleşkofan.

Xaînên marksîst nehiştin ku gundî bi wesaîtên xwe birîndaran rakin nexweşxaneyê jî. Di qetlîama xwînxwarî de digel melayê camiyê, 10 misluman hatin şehîdkirin, 4 kes jî birîndar bûn.

Şehîdên vê qetlîamê evin: M. Huseyîn Çetînkayayê 32 salî. M.Seîd û Mekkî û Medenî û Muhemmed Zekî Fîdanciyê çar bira, biçûkê wan Muhemmed Zekî 15 salî bû. Hecî Ehmed Kantarê 40 salî û kurê wî M. Emîn Kantarê 14 salî. Elî Uslûyê 28 salî, Adnan Kantarê 19 salî û Mela Ebdulxalûqê 21 salî.

Her sal di salvegera vê qetlîamê de, bi hinek aktîvîte û fealiyetan şehîdên camiyê tên bibîranîn û yadkirin. Nexasim xelkê misliman goristana şehîdan ziyaret dike, li ser goristanê behsa heyata şehîdan tê kirin.

Qetlîama camîya Sûsayê, careke din rûyê Pkkyê xaînê kurd û Kurdistanê ji alemê re eşkere kir ku dijminê Îslam û Quran û xelkê musluman e.

Îsal jî di salvegera vê qetlîamê de, 10 şehîdên camiyê bi rehmet têne yadkirin.

Bi hezaran kesan qebrîstana şehîdan ziyaret dikin û ji rûhê wan re yasîn û fatîhe dixweyînin. Pey re bi kurtasî heyatan şehîdan tê qalkirin.

Hunermendan jî li ser şehîdan û qetlîama Sûsayê, merş û mersiyeyên xwe dibêjin. Di bernameyê de mela û xwedîdozan li ser ehemmiyeta şehîd û şehadetê xeber didin û didin zanîn ku şehîd ji rastî û heqdariya doza rebbê alemê re dibin şahid û bi şehîdan dawiya zulm û zorbatiyê tê.

di salvegera vê qetlîamê de, şehîdên camiyê careke din bi rehmet têne yadkirin û ji Xweda tê xwestin ku xwîna wan a li camiyê herikîye bike wesîla rizgariya xelkê musluman ê Kurdistanê.

Kî dibe bila bibe, li ku derê dibe bila bibe, Xweda le’net û xezeba xwe li zaliman bibarîne û mezlûm û ehlê heq û edalet û Îslamiyetê jî serferaz bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Tanzanyayê ji ber hilweşîna avahiyekê hejmara miriyan derket 20an
Weqfa Êtîman ji bo Xezzeyê li Gûmûşxaneyê kermesek vekir
HAMAS: Qetlîama Beyt Lahîyeyê encama biryara vetoyê ya Emrîkayê ye
HAMAS: Heta ku herb neyê sekinandin wê pevguhertina êsîran neyê kirin
Li Îzmîrê êrîş li polêsan hat kirin: 3 birîndar