Şaxên jinan a Mêrsînê ya HUDA PARê ji bo xwarina fitarê ya li Xezzeyê bi alîkariya Komeleya Kerwana Umudê ya Mêrsînê, destê alîkariyê dirêjî Filistînê kirin.
Piştî xebatên bexşînê Seroka Şaxa Jinan a Mêrsînê ya HUDA PARê Sema Karakayali daxuyanî da û xwestekên xwe yên meha Remezanê anî ziman.
“Emê xebatên xwe yên ji bo Filistînê bidomînin”
Sema Karakayali wiha dest bi gotinên xwe kir, “Em sipasîya xwe li Karwana Umudê dikin ku di xêran de dibe pirek. Dema ku Tofana Eqsayê dest pê kiriye vir ve em wekî HUDA PARê çi ji destê me tê dikin. Bi taybetî weke jin erka we ewe ku em dua bikin, înfaqê bidin, rojevê bînin ser vê mijarê û beşdarî mîtîg û daxuyaniyên çapemenîyê bibin in. Heya Filistîn azad be emê di van kirinên xwe de dewam bikin.
Em weke gel çi ji destê me tê em dikin. Em li bendene kukesên desthilatdar û rayedar jî alikarîyê Filistînê bikin. Em dixwazin ku pêşnîyara qanûnê ya HUDA PARê biriye Meclîsê bilez bê muzakerekirin û bibe qanûn. Ceza kirina siyonîstan û pêşîlegirtina li vê rêxistina xeternak girîngîyeke mezin e. Divê çi lazim be ji bo Filistînê bê kirin. Xwedê ji kesên xwedî xêran razî be.” (ÎLKHA)