Rêxistinên alîkariyê yên ku li Misirê bi rastî baregeh ava kirine, Kerwana Hêvîyê, Weqfa Êtîman, Ewropa Yetîm Elî û ÎHO Ebrar ji 7ê Cotmehê heta niha bê navber xebatên xwe yên alîkarîyê li Xezzeyê didomînin û piştî agirbestê lez dan xebatên xwe.
Rêxistinên ku berîya niha ji bo herêmê gelek projeyên alîkarîyê pêk anîne, vê carê bi xebatên xwe yên hevpar 3 qamyonên alîkarîyê ku 2 jê erzaq û yek jî pêlav û soro barkirî amade kirine.
Alîkariya ku li Qahîreya paytexta Misirê di depoyekê de tê ragirtin, ger destûrên pêwîst bên girtin dê tavilê ji bi hezaran Xazîyan re bê şandin. (ÎLKHA)