Şehîd Abdusselam di salvegera şehadeta xwe de hat yadkirin

Şehîd Abdusselam Îrdem ku di salên 90îyan de li Dîyarbekirê di dema binçavkirinê de bi îşkenceyan hatibû şehîdkirin, di salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hat yadkirin.

Abdusselam Îrdem ku di salên 90îyan de li Dîyarbekirê dema ku hatibû binçavkirin di encama îşkenceyên ku pê hatibû kirin de gihaşt Rebbê xwe, li ser qebra xwe ya ku li gundê Heqeça navçeya Curnê Reşa Rihayê ye di bernameya ku hat tertîpkirin de hat yadkirin.

Serokê Bajarê Rihayê yê HUDA PARê Faruk Polat û hevaldozên wî beşdarî bernameyê bûn û Polat di bernameyê de axavtinekî kurt kir.

Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir. Dûre jî Lêkolîner Fatîh Atakay, bi minasebeta şehadeta şehîd axavtinek kir.

Atakay, di axavtina xwe de bal kişand ku ew wê ji doza ku şehîd ji wan re hiştîye re xwedî derkevin.

“Em soz didin ku ew ê ev doz bêxwedî nemîne”

Atakay, “Şehadet mertebeyekî mezin e û îro em bi wesîleya Kekê xwe Abdusselam Îrdem ku ew şehîdê ewil û tenê ye Curnê Reş e li vê derê civîyane. Mertebeya şehadetê encax dibe nisîbê wan kesên ku Xwedê ji wan razîye û wan teqdîr kirîye; yanê şehîdî nisîbê herkesî nabe. Encax, dema ku em li jîyana şehîdan dinêrin, dibînin ku tu însanekî ku vê mertebeyê heq nekirîye negihaştîye vê mertebeyê. Madem wisa ye yê ku para me dikeve çîye? Jîyana ji bo şehadetê ye. Lê ger ku Xwedê neke nisîb jî jîyanekî wek şehîdan e. Îro civîna me ya li vê derê armanca wî ev e. Em îro hatine ser mezelê şehîdê xwe û soza xwe ya şehadetê nû dikin. Em di hizûra Xwedê û ser mezelê şehîdê xwe de vê sozê didin. Ya Rebbî tu şahid be! Ey şehîdê me, tu jî rehet be! Doza ku te û hevalên xwe di oxira wî de canên xwe dane, piştî te bêxwedî nema. Bi îzna Xwedê em soz didin ku ew ê ev doz bêxwedî nemîne.”

“Em ji bona xwe wefadarîya xwe ya ji bo te û doza te nîşan bidin hatine li vê derê”

Atakay di axavtina xwe de bal kişand ku ew ê ji doza şehîd re xwedî derkevin, “Ey şehîd! Em ê hem vê doza ku te ji me re mîras hiştîye, hem jîyana te hem jî doza te hîn bibin. Weka ku te çawa jîyanekî nîşan daye, em ê jî wisa bijîn. Em soz didin ku vê ala Îslamê ku te ji me re hiştîye teslîmî nesla dinê bikin. Ey şehîd! Em însanên ku di doza te ji me re hiştîye de şîn bûne û micadeleyê dikin wê heta dawîya nefesên xwe micadeleyê bikin. Em ji bona vêya hatin li vê derê, yan ji bona zîyareta qebrekî em nehatine li vê derê. Dema ku em ji li vê derê veqetin û herin malên xwe wek jîyana xwe ya berê berdewam nekin. Çawa ku we ji bo doza xwe jîyana xwe avêt pişt xwe, çawa ku we xwe di bin bêfeyde û beredaytîya vê dinyayê de neeciqand, çawa ku hûn ji bona ku Xwedê û Resûlê Xwedê razî bikin di nav cehd û xeyretê de bûn, bi îzna Xwedê em ê jî di wê şiûr û micadeleyê de bin. Em ê tu dem doza te bêxwedî nehêlin.”

Bername bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mardin'in Dargeçit ilçesinde 2 kamyonet çarpıştı: 1 ölü, 3 yaralı
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 42 hezar û 344an
Karwanê Hêvîyê, li Dîyarbekirê ji bo bêkes û mihtacan kermesek vekir
Rojîn Kabaîş ya ku li Wanê mirî hatibûn dîtin li Dîyarbekirê hat definkirin
UNICEF: Êrîşa konan a li Xezzeyê dinyayê ji kur ve tesîrdar kirîye