Şehîd Fexredîn Çelîk nehat jibîrkirin

Mela Fexredîn Çelîk ku di 5ê Cotmeha sala 1992yan de ji teref PKKê ve di encama kemînekî de hat şehîdkirin, li ser şehadeta xwe bi minet û rehmet tê yadkirin.

Şehîd Fexredîn ku jîyana xwe ji bo Îslamê feda kiribû, dema ku dîrok 5ê Cotmeha sala 1992yan nîşan dida bû hedefa guleyên PKKê.

Di zilma ku di salên 90îyan de gelek zêde bû de, ji xelkê Misilman yê Kurd re her roj janekî dihat jîyankirin. Carna hêzên tarî yên dewletê û carna jî PKKê li hember kesên ku ji wan re bîadê nedikirin qetlîam û êrîşan lidardixistin û ev êrîş û qetlîaman jî bûbû wek tiştekî normal. Wa di hedefa ji van êrîşan yek de jî şehîd Fexredîn Çelîk ku kurê bavê alimekî Êlihî bû. Çelîk, di êvarekî de dûçarê êrîşên çekdarî bûbû û bi guleyên ku ji teref PKKê ve hatibûn avêtin ve rihê xwe ji Xwedê re teslîm kiribû.

Şehîd Fexreddîn Çelîk, di dîroka 5ê Cotmeha sala 1992yan de di seat 22.00an de ji teref PKKyîyan ve bi keleşkofan hat şehîdkirin.

Wî tevgerekî îrşad û teblîxê çêkiribû

Fexredîn Çelîk ku nifûsa wî girêdayê gundê Zêlîya navçeya Kercewsa Êlihê ye, kurê bavekî alim e û di 14ê Sibata 1969an de hatibû dinyayê.

Fexreddîn Çelîk ku di zarokatîya xwe de di nav xizmetên Îslamî de bû, dema ku di dibistana navîn de xwendekar bû jî ji teref derdorê xwe ve ji wî re “Mela” dihat gotin. Di dibistana ku di nav de dixwend de ji vekirina mescîdê re bûbû wesîle û di camîyên cuda de dersên Quranê dida.

Ew di sala 1986an de li navçeya Hezexa Şirnexê di YÎBOyê de dixwend, bi temamî wek mesûlê dawetvanî hereketê kiribû. Xwendekaran, mamosteyan hetta ger ku firseda wî hebûya xelkê derveyê Hezexê jî di nav herêma wî ya îrşadê de bûn. Her carê diçû camîyekî dinê û bi melayan re xwe dida naskirin û vê tiştê jî bi şiûrekî teblîx û îrşadê dikir.

Dema ku di sala 1986an de diçû Lîseya Mêrdîn Îmem Xetîbê, tenê di dibistana xwe de hemû dibistanan kiribû herêma daweta xwe û bi tevî hevalên xwe yên di dibistanê de tevgerekî îrşadê lidarxistibû. Di alîyekî de diçû kitêbfiroştê û diçû bi wan re jî hevdu nas dikir, di alîyekî de jî bi cemaetên Îslamî re diket nav dîyalogê.

Hemû wexta xwe ji bo teblîxa Îslamê cuda dikir

Wî di dema xwendekarîya xwe de wextên tenefûsan ji bo gihandina ji zêdetir xwendekaran re firsedek didît. Di encama vêya de jî gelek xelqeyên sohbetê yên cuda çêkiribû. Ji ber ku hemû wexta xwe ji bo teblîxkirina Îslamê re cuda kiribû ji dersên xwe yên dibistanê re wext nedidît. Wî digot ku divê nasnameya xwendekarîyê nekeve pêşîya nasnameya teblîxê, bi jîyana xwe jî ev gotina xwe tesdîq dikir. Wî di dibistanê de qal dikir ku hemû çareserî di Îslamê de ye û bi van gotinên xwe derewên gotinên çepgiran derdixist holê. Sîstema beşerî jî pirî caran şahid bû ku şehîd rûyê wan yê rastê derdixe holê û ji vê tiştê jî aciz bûbûn. PKKyîyan jî firsedê digerîyan ku li gorî metodên xwe cezayê bidana wî û ji ber vê yekê di sala 1990an de li Mêrdînê di wexta tetîlê de dema ku tenê bû dûçarê êrîşa komekî PKKyîyan bû.

Di her alîyê jîyana wî de îxlas hebû

Di her alîyê jîyana wî de îxlas hebû. Girêdaybûna wî ya ji birayên xwe yê dozê re ji biratîyê jî pêşve bû. Ew mirovekî ku hevalên wî yên wî nasdikirin derheqê wî de digotin ‘ew dostekî saxlem e’ Ji hevalên xwe yên ku bi hev re bûn re ewlehîyek dida. Bi hal û hereketên xwe yên însanî ji hevalên xwe re hizûrê dida, biratîya Îslamê çawa dibe nîşan dida. Kesayetiyeke wî ya mezin hebû, her tim hevalên xwe ji xwe re tercîh dikir û li hemberî derd û zehmetiyên ku hevalên wî diçûn derket pêş û birayên xwe diparastin. Dema ku birayên wî di tengasiyê de dibûn û hewcedariya wî bi wî hebûn, ew bi şev jî, bêyî ku xeteriyan bikira, diçû alîkariya wan. Ew xwedî exlaq û jiyaneke baş bû. Xwe fedakarî û hişmendiya dozê li hev kiribûn û tevgerek wî ya ne aram hebû.

Di sala 1992an de şehîd Fexreddîn bi ked, xebat û hewldana xwe bû rojeva taxa ku lê dijiya. Rêxistina murted hewl da ku îradeya Şehîd Faxreddîn ku nekarî îradeya wî bişikîne, tasfiye bike.

Di şeva dawî ya 5ê cotmeha 1992an de ji bo pirsa rewşa wan bike û bi mêvanan re sohbet bike, di şeva dawîn a 5ê cotmeha 1992an de çû malê, piştî sohbetê li fêkiyên ku ji wan re anîne mêze kir û got: "Ev fêkiyan fêkiyên ezman tînin bîra min. Maşallah, dixuye ku van rojan her tiştê ku ez pê re rû bi rû dibim nîşana nêzîkbûna dema şehadetê ye.' dibêje. Dema vedigere malê, cîranê wî tê cem wî. Dema ku piştî sohbeteke piçûk radibe, Şehîd Fexreddîn dibêje ku ew ê kêmasiyên dîwarê ku li ber xaniyê ku kirê kiriye, sererast bikin. Cîranê wî got, îşev pir dereng e, here razê, tu dikarî sibê bikî. Şehîd Fexreddîn got, 'Ez ê sibê biçim ser kar, belkî heta êvarê ez vegerim wê hişk bikim û derî deynim.' Dibêje ew ê hinekî biceribîne.

Xayînên ku ji malê li hember Şehîd Faxreddîn temaşe dikirin û li benda fersendê bûn, dîtin ku ew bi tenê ye û bi tevahî mijûl e. Çekdarên PKK, belaya Îslamê û gelê Kurd, bi komeke ji 10 kesan ve bi dizî ketine ser wî. Dema ku tarîx 5ê Cotmeha 1992yan nîşan da, bi çekên otomatîk dest bi gulebaranê kirin. Dengên tekbîrên Şehîd Fexreddîn bi guleyan tevlîhev dibin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin