“Şehîdên Qerejdaxê” yên ku ji teref PKKê ve hatin qetilkirin hatin bîranîn

11 Mislimanên ku di sala 1994an de li Gogwerîya Çinara Diyarbekirê ji teref PKKê ve hatin şehîdkirin bi bernameya ku hat tertîpkirin hatin bîranîn.

Her weke ku tê zanîn di 10ê Adara 1994an de kesên PKKyî li ser rêya gundê Gogweriya Çinarê mayîn bi cî kiribûn û di encama teqîna mayinê de 11 Mislimanên bi navê Îbrahîm Dagtekîn, Mele Xidir Akyol, Bedrî Soysal, Muhammed Xelîl Golçer, Muhammed Emin Golçer, Tacettîn Parlak, Xelîl Demîr, Kutbettîn Ayhan, Muhammed Ayhan, Hecî Remezan Yeşîl û Remazen Golçer şehîd bûbûn.

Ji ber salvegera şehadeta 11  Mislimanan ji teref Platforma Karwana Şehîdan ve bernameyek hat tertîpkirin û şehîd li ser qebrên xwe hatin bîranîn.

Bernameya ku hat tertîpkirin bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û bi axavtina Mihemed Bahattîn Temel berdewam kir.

Temel di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir şehîdan ji bo Îslamê micadele kir û dû re wiha  li axavtina xwe zêde kir: “Xuşk û birayên min! Em ji bo ku şehîdên xwe bi bîr bînin li vê derê civîyan.Carinan ji min dixwazin ku ez qala wan şehîdên Qerejdaxê bikim, dema ku ez dixwazim qala wan bikim ev yek li min giran tê.Biya min ev yek li we jî giran tê. Em îro bi saxîya van şehîdên xwe doza xwe dimeşînin. Ew  birayên me yên ku şehîd bûn ji bo muhafezekirina Îslam û Qur’anê micadele dikirin.”

Temel di berdewama axavtina xwe de diyar kir micadeleya şehîdan bes ji bo rizaya Xwedê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xuşk û birayên min ên hêja. Di navbera van şehîdên me yên Qerejdaxê û şehîdên Bedis û Uhudê de zêde ferq tune ye. Çawa ku wê çaxê sehabîyan ji bo Xwedê şerbeta şehadetê vexwarin, bi heman awayî şehîdên me jî ne ji bo dê û bav, mal û milk; ji bo rizaya Xwedê gihaştin mertebeya şehadetê. Em hatin vê derê me xwest ku em diyar bikin em di rêya wan birayên xwe yên şehîd de ne. Me xwest ku em nîşan bidin em di rêya Xweda, Pêxemberê Wî û Qur’anê de ne.Ji ber vê yekê Rebbê me bike nesîbê me ku em di rêya wan birayên xwe de biçin û şehadetê bike nesîbê me.”

Dû re Mela Evdirrehman Gulşer û Mela Recaî Guler jî di bernameya ku hat lidarxistin qala şehîdan kirin û derheqê ehemîyeta şehadetê de nirxandinan kirin û bername bi diaya ku ji teref Muzaffer Karavîl Xoce ve hat xwendin bi dawî bû.

ÎLKHA

 






















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Karûbarên Hiqûqê yên HUDA PARê bertek nîşanî îadekirina Ozbekiyên ku rahîbên sîyonîst kuştin bo Îmaratê
Li Mereşê di mezinahîya 4,1an de erdhejek çêbû
Wesayît gêrê şerempolê bû: Mirîyek, 2 birîndar
HUDA PAR: Kengî meseleya Kurdan were rojevê PKKê nehiştîyê ku ev mesele bê axavtin
Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da