Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Dinyayê Qaradaxî, bi Yapicioglu re hevdîtinê kir

Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Dinyayê Prof. Dr. Muhyîddîn Alî el-Qeredaxî, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu zîyaret kir û ji bo serfirazîyên wan yên di hilbijartinê de wan pîroz kir.

Qeredaxîyê ku di hevdîtina li Serokatîya Stenbolê hat kirin de axivî, di şexsê Zekerîya Yapicioglu de wî û parlamenterên HUDA PARê yên dinê ku di hilbijartina 14ê Gulanê de têketin Meclîsê pîroz kir.

Qeredaxîyê ku diyar kir ew ji têketina HUDA PARê ya ji Meclîsê re gelek kêfxweş bûne, daxwaz kir ku bira ev pêvajo ji xêrê re bibe wesîle û ji vê şûnda jî bira HUDA PAR biqewet bibe û xebatên xêrê bikar bîne.

Yapiciogluyê ku ji zîyareta ku hat kirin kêfxweşîya xwe anît ziman ji Qeredaxîyê re daxwazîyên başîtîyê kir û teşekkur kir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman li Êlihê ji xwendekaran re alîkarîya qirtasîyeyê kir
Ji wan kesên ku li ser meleseya Narîn Guran a ku winda bûbû HUDA PARê hedef nîşan dabûn re doza sûcê
Serokê Bajarê Diyarbekirê ya HUDA PARê Gulsever krîza dil derbas kir
Evîndarên Pêxember: Dem dema li hember îtîfaqa şer damezrandina “Îtîfaqa Qudsê” ye
1 mirî, 9 birîndar 12 binçavî