Berî vê çendakî Parlementerê Sêrtê yê HDPê Siddiq Taş li meclîsê pêşniyaznamayek dabû û ji Wezîrê Perwerdehîyê pirsî bû: “Ji bo bi zimanên din perwerdehî bê dayîn di bin banê wezareta we de çi xebat tên kirin? Gelo ew ê mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî bi qanûnê bê parastin?”
Wezîrê Perwerdehîyê yê Tirkîyê Zîya Selçuk pêşniyaznameya ku hat dayîn bersivand û destnîşan kir: “Ji bilî zimanê Tirkî li mekteban bi zimaneke din perwerdehî nikare bê dayîn.”