Sempozyuma Navneteweyîya Dijberîya Îslamêdest pê kir

Sempozyuma bi navê “Sempozyuma Navneteweyîya Dijberîya Îslamê” ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê tertîpkirin bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir.

Ji Tirkîyê, Kurdistana Bakur û gelek welatên Îslamî  gelek siyasetmedar û akademîsyen beşdarî sempozyumê bûn. Sempozyum li ser hisabên medyaya civakî yên Rehber TV, Ajansa Nûçeyan a Îlkê û Weqfa Evîndarên Pêxember zindî tê weşandin. Suat Yaşasinê Alîkarê Serokê Giştî yê Yekîtîya Alim û Medreseyan modaratortîya sempozyumê dike.

Serokê Rûmetê yê Weqfa Evîndarên Pêxember Mehmet Goktaş dê axavtina vekirinê ya sempozyumê bike û dê dû re Serokê Meclisa Filistinê Ahmed Bahr, Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad Îshak Saglam, Endamê Meclîsa Neteweyî  û Sefîrê Filsitînê ya li Enqerê Faîd Mustafa axavtina silavdayînê bikin.

Ew ê di beşa duyemîn a sempozyumê de bi dorê, Dr. Muhemmed Muxtar ji Morîtanyayê, Prof. Dr. Qadir Canatan ji Tirkîyê, Doç. Dr. Eşref Dewwabe ji Misirê, Dr. Abdullah Falik ji Îngîlterê, Dr. Loqman Qadi ji Pakistanê beşdarî sempozyumê bibin û dê di mijarên cûda de pêşkêşîyê bikin.

Ew ê bername bi xwendina encamnameya ku dê bê xwendin bi dawî bibe.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Endonezyayê lehî û hezaz çêbû: 16 mirî
Li Colemêrgê 35 kîlo metamfetamîn hat bidestxistin
Li 24 bajaran ji ber berfê ji dibistanê re ji bo rojekî tetîl hat dayîn
Rêya Entelya-Qonyayê ji tir û qamyonan re hat girtin
Qessam, 10 leşkerên îşxalê kuştin û birîndar kirin