Serê du seatan carekê dayikek tê qetilkirin

Yekîneya Jinan a NY bal kişand li ser wehşeta ku li Xazzê tê kirin. Di daxuyanîya ku tê de hat îfadekirin li Xazzê serê du seatan carekê dayikek tê qetilkirin banga agirbesta bi lez hat kirin

Ji teref Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî derbarê zilm û wehşeta ku li Xazzê tê kirin de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku tê de bal hat kişand li ser wehşeta ku li Xazzê tê kirin de hat îfadekirin li Xazzê serê du seatan carekê dayikek tê qetilkirin

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ji bo zarokan stargeha ewlehî dayikên wan in ku ew jî di êrîşên ku tên kirin de tên qetilkirin, lazim e demildest agirbest bê îlankirin

Neteweyên Yekbûyî diyar dike li Xazzê nêzî 50 hezar pîrekên ducanî hene. Dîsa li gorî daxuyanîya Ajansa Xebat û Alîkarîyê ya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî li Xazzê rojane 180 dayik zarokên xwe tînin dinyayê.

Derbarê mijarê de ji teref Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xazzê ve jî daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin pîrekên bi heml ên ku di destên wan de ala spî hebû û her wisa siwîlên din ên ku di destên wan de ala spî hebû ji teref siyonistan ve hatin qetilkirin ku ew zêdetirî 137 bûyerên wisa bi belge kirin.

Li gorî çavkanîyên Filistînî û Neteweyên Yekbûyî di encama êrîşên hovane yên ku ji 7ê cotmehê vir ve dest pê kirin de zêdetirî 20 hezar û 500 filistînî şehîd bûn ku exlebeyê wan zarok û pîrek in.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Serokê Şaredarîya DEMê û 5 endamên Meclîsê hatin binçavkirin
Li Arakanê artêş qetlîamekî nû kir
Li Emrîkayê ji ber şewata daristanan rewşa awarte hat îlankirin
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 46 hezar û 6an
Li Hetayê di mezinahîya 4an de erdhej