Serkan Ramanli: Divê em xwedî li Kurdî derkevin

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, di daxuyanîya xwe ya derheqê di sîstema e-Reçetemê de cîh ji Kurdî re nehatîye dayîn de belavkiribû de got ku, “Kurdî, ji zimanên xwecîhî ya vê welatê ye, ya me ye, ji ber vê yekê divê em xwedî li Kurdî derk

Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, derheqê cîhnedayîna Kurdî a ji sîstema e-Reçetemê re ku 5 ziman hatibû bicîhkirin de nirxandinan kir.

“Kurdî ji zimanên xwecîhî ya vê welatê ye”

Ramanli li ser hesaba xwe ya medyaya civakî derheqê ji bona ku di sepana e-Reçetemê de ji Kurdî re cîh nehatîye dayîn de daxuyanîyek belav kir û weha got, “Wezareta Tenduristyê di sepana e-Reçetemê de ji 5 zimanê biyanî re cîh daye lê ji Kurdî re cîh nedaye, ev tişt jî tiştekî xelet e. Ji ber ku zimanê Kurdî ya ku bi milyonan însan pê diaxivin ne zimanî fermî ye di xizmetên dewletê de ji xwe re cîh nabîne, mafên ku ji zimanên biyanî re tênê dayîn jî ji zimanê Kurdî yê xwecîhî tê teqsîrkirin. Kurdî ji zimanên xwecîhî ya vê welatê ye, ya me ye, ji ber vê yekê divê em xwedî li Kurdî derkevin.”

“Li Tirkîyê hemû unsûrên nîjadî yek û bi hev re dijîn”

Ramanli diyar kir ku divê Kurdî bighêje statûyeke fermî û di raya giştî de ji xwe re cîh bibîne, wî dûre weha got, “Divê ku Kurdî bighêje statûyeke fermî û di raya giştî de ji xwe re cîh bibîne. Di raya giştî de tetbîqkirin û xizmet dayîna Kurdî ya ku zimanê dayîkê a bi milyonan welatîyan e, ew ê asê bûyîn û dêrandinê ji holê rabike. Li Tirkîyê hemû unsûrên nîjadî yek û bi hev re dijîn. Parastina mafên hemû kesan ku cudakirina wek Tirk, Kurd û Lazan ew ê ji hizûr, aştî û yekîtîya welat re feydeya wî hebe.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin