Serokan ji ber 36emîn salvegera Enfala Behdînan peyam belav kirin

Ji ser qetlîama Behdînan ku heyama dawî ya Qirkirina Enfalê bû 36 sal derbas bûn. Di salvegera qetlîamê de ji lîderên Herêma Kurdistanê peyam hat belavkirin. Lîderan qurbanîyên Enfala Behdînan bîr anîn û daxwaz kirin ku ji mexdûrên Enfalê re tazmînat bê

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyama ku belav kir de got ku di qetlîamên ku li herêma Behdînan hatin kirin de bi kîmyasala êrîş li gundîyan hat kirin û bi sedan kes hatin şehîdkirin ku lazim e rejîma Iraqê van sûcên ku hatin kirin ji bîr neke û lazim heqê qûrbanîyên wê dewrê tanzîm bike.

Her wisa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî derbarê qetlîama Behdînan ku heyama dawî ya Qirkirina Enfalê bû 36 sal derbas bûn peyamek belavkirin.

Di peyama ku hat belavkirin de 182 hezar Kurdîstanîyên ku di Qetlîama Behdînan de hatin qetilkirin hatin bîranîn û bang li hikûmeta Iraqê hat kirin da ku Hikûmeta Iraqê ji nasên mexdûrên Enfalê re tazmînat bide.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Weqfa Êtîman derheqê doxtorên ku ji Xezzeyê re şandin de daxuyanî da
Meteorolojî ji bo 4 bajaran hişyarîya berfa “tund” da
Li Qosera Mêrdînê serwîsa xwendekaran û cîpekî li hev qelibîn: 11 birîndar
Berdevkê HUDA PARê Ramanli beşdarî danişîna "Narîn Gûran" bû
Ji bo bakur hişyarîya berfê hat dayîn