Serokatîya Cemewî û Çandî ya Elewî-Bektaşî saz bû

Biryarnameya Serokkomarîyê yê ku desthilatî û wezîfeyên Serokatîya Cemewî û Çandî ya Elewî-Bektaşî ya ku di bin binesazîya Wezareta Geştyar û Çandî de hat sazkirin di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Di Biryarnameyên Serokkomarîyê yên ku bi îmzeyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve hat belavkirin de li gorî Biryarnameya Serokkomarîyê ya Derheqê Çêkirina Guherînê de wezîfe û desthilatdarîyên Serokatîya Cemewî û Çandî ya Elewî-Bektaşî ewa ye:

“Ji bona lazimatîyên cemewîyan kirina xebatê, ji bona ku xizmetên li cemeweyî bên kirin û baş bên kirin kirina koordîneyê. Ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên ku ji aliyê Serokatiya Cemewî ve hatine diyarkirin, kar û danûstandinên di derbarê veguhestina alikariyê bo rêveberiyên herêmî yan dezgehên çavdêrîkirin û hevahengiyê yên sermayeguzariyê. Li ser Elewî-Bektaşîtiyê bi hemû aliyên wê ve, di yekparebûna zanistên civakî û mirovî de lêkolînên zanistî bê kirin û li ser van mijaran semîner, sempozyûm, konferans û çalakiyên bi vî rengî yên neteweyî û navneteweyî bên lidarxistin. Ji bo hilberîna zanîna orîjînal jîngehek minasib amade bike, weşanan bike û di vî warî de piştgirî bide lêkolînan. Ji bo piştgirîkirina xebatên akademîk ên têkildarî Elewî-Bektaşîtîyê bi zanîngeh û sazî û rêxistinên têkildar re hevkariyê bikin. Lêkolîn û berhevkirina Elewî-Bektaşîtiyê bi aliyê wê yê zanistî li welat û derveyî welat û piştgirîkirina xebatên ji bo vê armancê tên kirin. Di çarçoveya erka xwe de lêkolîn û weşanên zanistî yên sazî û rêxistinên neteweyî û navneteweyî bişopîne, yên pêwîst wergerîne û çap bike. Xebatên perwerdehî û çandî yên têkildarî Elewî-Bektaşîtiyê pêk bînin û piştgirî bikin. Karên din ên ku ji hêla Wezîr ve hatine peywirdarkirin pêk bînin.”

Bi biryarnameyê ji bona Cemewî û Çandî ya Elewî-Bektaşîyê serok (1), alîkarê serokê (2), serokê daîreyê (1), xebatxaneya kontrol û amadekirina daneyan (30), bernamekar (2), çareserkirîkar (2), sekreter (1), şofêr (1), xizmetkar (2), mitercîm (2), sosyolog (2), psîkolog (2), û grafîker (1) hatin îhdaskirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Edeneyê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 1 mirî
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan
Mudûrê Nexweşxaneya Kemal Edwanê di êrîşa îşxalê de birîndar bû
Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye