Serokatiya Kurdistanê: Nabe Iraq bibe qada yekalîkirina şerê welatan

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Iraqê daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz ji welatan tê kirin, ku rikeberiyên xwe ji Iraqê dûr bikin û pirsgirên xwe bi gotûbêjê çareser bikin.

Di daxuyanîya ku ji teref Serokatiya Herêma Kurdistanê  ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin: “Nabe Iraq bibe qada yekalîkirina şerê welatan.”

Temamê metna daxuyanîyê ya ku ji teref Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatiye belavkirin wisa ye:

Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: "Bûyerên vê dawiyê yên Kerkûk, Qaîm û li pêşiya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê nîşan in ji bo alozbûna bêtir a rewşa Iraqê û çendîn kirdar û bertek li pey xwe anîn. Her ji ber vê yekê, em wan pêngavan red dikin ku li ser axa Iraqê welatên din hesabên xwe yekalî bikin û serweriya Iraqê bê binpêkirin, ku di encamê de General Qasim Sulêymanî Fermandarê Supaya Quds û Ebû Mehdî Muhendis Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û hevrêyên wan bûne qurbanî, ku wan herd kesan di çend salên bihorî de xwediyê roleke berçav di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de bûn."

Di daxuyaniyê de daxwaz ji welatan tê kirin, ku rikeberiyên xwe ji Iraqê dûr bikin û pirsgirên xwe bi gotûbêjê çareser bikin û tê gotin: "Nabe Iraq bibe qada yekalîkirina rikeberiya welatan. Em daxwaz dikin pirsgirêkên xwe bi gotûbêjê çareser bikin û rêz li Iraqê û serweriya wê bê girtin. Berdewamiya vê aloziyê û kirdar û bertekan, Iraq û navçeyê ber bi rêyeke tarî û paşerojeke nexuya ve dibe û dibe sedema vejandin û bihêzkirina hêzên tundrew û terorîstî yên wek DAIŞê."

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: "Di vê rewşa aloz û hestyar de em daxwaz ji hemû aliyan dikin, aram û li ser xwe bin û rê li geşedana metirsiyan bê girtin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Karûbarên Hiqûqê yên HUDA PARê bertek nîşanî îadekirina Ozbekiyên ku rahîbên sîyonîst kuştin bo Îmaratê
Li Mereşê di mezinahîya 4,1an de erdhejek çêbû
Wesayît gêrê şerempolê bû: Mirîyek, 2 birîndar
HUDA PAR: Kengî meseleya Kurdan were rojevê PKKê nehiştîyê ku ev mesele bê axavtin
Parlamenter Ramanli, ji daxuyanîya Sonuka DEMî ya ku malbatê hedef girtibû re bertek nîşan da