Serokê Bajara Êlihê yê HUDA PARê Şahîn: Em ji şîyandina sotemenîyê a li ser welatê me re ne razî ne

Serokê Bajara Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahîn, di mîtînga ku ji bo desteka Tofana Eqsayê hat lidarxistin de axivî û got, “îsraîlê rêxistina terorê ya sîyonîst, li Fîlîstînê dilopekî avê jî ji xûşk û birayên me yên Fîlîstînê re zêde dibîne.

Serokatîya Bajara Êlihê yê HUDA PARê, bi şîara “Ji Tofana Eqsayê Re Destek”ê mîtîngek li dar xist.

Mîtîng bi xwendina Qurana Pîroz a ji teref Omer Akgul Xoce ve hat xwendin destpê kir.

Serokê Bajara Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahîn, di mîtîngê de axavtinekî silavdayînê kir û bal li ser polîtîqaya îşxal, qirqirin û komkujîya ku ev bû 75 sal e li ser axên Fîkîstînê ên ku hatine îşxalkirin lidardixe kişand.

Şahîn di axavtina xwe de weha got, “Li dijî vê îşxala ku cîhan lê temaşe dikir, bi pêşengiya HAMASê hêzeke çekdar ku piraniya wan ji zarokên şehîdan pêk tê, hate avakirin û li dijî artêşa îsraîlê ya ku ji aliyê cîhanê ve tê destekkirin û hewl dide xwe biparêze dest bi berxwedaneke bi rûmet kir. Ev komên berxwedanê ji bo nefesekê bidin Xezzeyê, di 7ê Cotmehê de, rejîma terorîst a siyonîst bi Operasyona Tofana Eqsayê derbeke sosret li gelek navend û navendên leşkerî yên îsraîlê xistin. Gelek terorîstên siyonîst bêtesîr kirin û hinek ji wan jî girtin û ji wê rojê ve rejîma terorîstî ya siyonîst ji bo temîrkirina îtibara xwe ya wêranbûyî bi hemû hêza xwe û bê sînor û sînorên exlaqî êrişî Xezzeyê dike, li Xezzeyê qirqirinê dike, hema hema Xezzeyê dike serjêxaneyek. Wan terorîstan her derê, pitikan, zarokan, jinan, mêran, kal û pîr û birîndaran bombe dike û her derê, dibistan, nexweşxane û mizgeftan jî wêran dike û dinya jî ji vê hovîtiyê re wek temaşevanekî dimîne.”

“Li ser axên Fîlîstînê cîhekî ku navê wê îsraîl e tineye”

Şahîn di berdewama axavtina xwe de îfade kir xelkên Misilmanan bi sînor, peyman û qanûnên nav dewletên xwe hatine dorpêçkirin, dest û nigê wan hatine girêdan û ji gihandina ji îmdada xûşk û birayên xwe yên Fîlîstînîyan re tênê astengkirin, “Encax em bi vê mîtîng û bernameyên wek wan terefên xwe îlan dikin û dixebitin ku hilberînên îsraîla rêxistinê boyqot bikin, neslên xwe derheqê ev zilma wehşî de hişyar û şiûrvan dikin, em dixebitin ku ji birayên xwe yên Fîlîstînê re bi dua û maddî alîkarîyan bikin û bi vê şeklê em mesulîyeta xwe ya Îslamî û însanî bicîh bînin. Bi kombûna li vê meydanê em rastî tewr û helwesta xwe ya Îslamî û însanî hem ji hev re hem jî ji Rebbê xwe re dibin şahid. Em ji li vir ve vê bangê li hikûmet û desthilatdarên welatên îslamî dikin: Filistîn ji çem heta behrê ye, li ser axa Filistînê cihekî bi navê Îsraîl tune ye û em tu carî rewşeke wiha qebûl nakin.”

Şahîn di berdewama axavtina xwe de bal kişand temsîlkarê meşrû yê xelkê Fîlîstînê HAMAS Û Tevgerên berxwedanê ên ku li hember rêxistina terorîst a sîyonîstan cîhadê dikin in, “Ev tevgerên berxwedanê di her axaftinê de li ser pêşeroja Filistînê muxatab in. Her biryar û pêşniyara ku ji aliyê HAMAS û tevgerên berxwedanê ve neyê qebûlkirin, divê neyê qebûlkirin. Em bang li welatên Îslamê dikin ku hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk û bazirganî yên bi rêxistina terorîst a sîyonîst îsraîl re qut bikin. Digel ku rêxistina terorê siyonîst îsraîl li Fîlîstînê dilopekî avê jî ji xûşk û birayên me yên Fîlîstînê re zêde dibîne, lê xwarin û sotemenîya wan terorîstan li ser welatê me diçe, em ji vê tiştê re ne razî ne. Hûnê nikaribin hesaba ev tiştê ji Xwedê re bidin.”

Şahîn axavtina xwe weha domand:

“Birayên min, werin em boykota malên rêxistina terorê ya sîyonîst îsraîl bidomînin. Em boykotê biçûk nebînin. Hemû alimên me yên qedirgiran nal kişandin ku standina malên boykotê ne caîz e. Werin em guh bidin banga alimên xwe. Ey berxwedêrên hêja yên Filistîn û Xezzeyê ku hewl didin rûmeta me rizgar bikin! Mucahidên HAMAS û Cîhada Îslamî! We navên xwe li ser rûpelên birûmet ên dîrokê nivîsandin. Hûn ê di tevahiya dîrokê de bi rêz û hurmet bên bibîranîn û bi hêviya ku hûn bi malbatên xwe re li cennetên Rebbê me bibin mêvan. Ey netanyahuyê terorîst! Ez ji vê meydana Êlihê ya birûmet bang li te dikim: We û alîgirên we navê xwe li ser rûpela lanetkirî ya dîrokê nivîsandine û hûn di tevahiya dîrokê de bi lanet bin. Û eger hûn ji destên lehengên berxwedêr birevin jî, hûn ê nikaribin ji Rebbê Mucahidan rizgar bibin û hûn ê her û her bibin sotemeniya dojehê.”

Di Mîtîngê de bi navê Platforma Azadîya Bawerî û Fikira Êlihê Serokê Şûbeya Êlihê yê AGDê Abdurrahman Demîrtaş axavtineke kurt a silavdayînê kir.

Demîraş di axavtina xwe de weha got, “Bûyera îro ya li vir berhem û encama vê yekîtî û hevgirtinê ye. Elhemdulîllah ev yekitiya me ne tenê li Tirkiyeyê, di medyaya cîhanê de jî bertek nîşan da. Ez spasiya Teşkîlata Bajara Êlihê ya HUDA PARê dikim ku vê hevkariyê organîze kirîye.”

“Ez hêvî dikim ku maskeyên siyonîzm, rojava û hevkarên wan ketine."

Demîrtaş di dawîya axavtina xwe de weha got, “Ev bereketa yekem a Tofana Aksayê ye. Êdî mirovan dest bi pirsê kirin. Hêvîdar im maskeyên siyonîzm, rojava û hevkarên wan ketine. Hemû perdeyên welatên ku xwe weke navenda mafên mirovan nîşan didin, ji holê rabûn û tazî bûn. Tiştê ku ji me re maye cotek çav in ji laşê ku bi perda Xwedê pêça ye. Xwediyê vî çavî Ebû Ubeyde bû. Silav li Ebû Ubeyde, silav li HAMASê û silav li kurên leheng ên Eqsayê be.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Serokê Şaredarîya DEMê û 5 endamên Meclîsê hatin binçavkirin
Li Arakanê artêş qetlîamekî nû kir
Li Emrîkayê ji ber şewata daristanan rewşa awarte hat îlankirin
Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 46 hezar û 6an
Li Hetayê di mezinahîya 4an de erdhej