Serokê Giştî yê HUDA PARê dengê xwe li Stenbolê da

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Stenbolê çû li ser sindoqê û dengê xwe da.

Yapicioglu dengê xwe li Başakşehîra Stenbolê li Mekteba Navîn a Şêx Şamîl Îmamxatîb dengê xwe da û daxuyanîyek belav kir.

Yapicioglu di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, di hilbijartina ku di 14ê gûlanê de hat kirin de hilbijartina serokomarîyê ma gera duyem. Yapicioglu wisa li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Îro jî gera duyem a hilbijartina serokomartîyê tê kirin. Ser xêrê be. Ez hêvî dikim hilbijartin bêpevçûn û bêgengeşî bi dawî bibin. Di encama hilbijartinan de çi netîce derkekeve divê hemû kes netîceyê qebûl bike. Rebbê min me bighîne a bi xêrtirîn.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin