Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê 1 Gulanê de peyam belav kir

Ji teref yê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji ber minasebeta “1 Gulana Roja Kedkar û Karkeran” peyamek belav kir.

Yapicioglu di destpêka peyama xwe de hedîsa Pêxemberê me “ Berî ku xweydena karkeran lê bicemide heqê wan bidinê wan” di bîran xist û di peyama xwe de wisa got: “ Divê şert û mercên xebatê yên karkerên ku dixebitin û xweydanê dirjînin bê başkirin, heqê wan bi temametî bi şiklê ku heq dikin ji wan re bê dayîn, heqên wan bê xistin bin garantîyê û her wisa divê di warê heq û îstîhdamê de heqqanîyet û edalet bê tetîbqkirin. Lewra ev tev ji bo Tîrkîyeke bi hêz muhîm in. Ez wek endamekî medenîyet û bawerîyeke ku temînkirina rizqê ya ji rêyên helal wek îbadet dihesibîne, Roja Piştevanî û Kedê ya 1Gulanê tebrîk dikim.

Pêşî Însan Pêşanî Edalet #HUDAPAR” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin
Qirkirina Xezzeyê di roja 413an de ye
Li Xezzeyê hejmarê rojnamegerên ku hatine şehîdkirin derket 189an
Em hazirin ku Netenyahu bigrin
Li peravên Çeneqqeleyê 51 koçberên neqanûnî hatin qefaltin