Yapicioglu di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de wisa got: “Ez wê cinayet û êrîşa ku li avahîya Bajêr a Îzmîrê ya HDPê hat kirin şermezar dikim. Ez ji malbata dilşewat re sersaxî dixwazim. Divê mesele bi şikleke hûrgilî bê lêkolîn û zelalkirin.”